ÎSTANBUL
Doza kuştina Berpirsiyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk ya ku 18 bersûc dihatin darizandin, taloqî 30yê cotmehê kirin.
Doz li Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn a Stenbolê hat dîtin. Ji bersûcan tu kes beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerên malbata Dînk beşdarî rûniştinê bûn.
Serokê Dadgehê Tevfîk Gungoren daxuyand ku bersûc Ahmet Îskenderê ku der barê wî de biryar hatiye dayîn ku bê girtin, hîn nehatiye girtin.
Parêzer Bahrî Belen jî got ku ji ber ku bersûc Ahmet Îskender hîn nehatiye girtin, ev saleke di vê dozê de biryar nayê dayîn.
Heyetê biryar da ku ji navnîşana herî dawîn a ku Ahmet Îskender lê dijî re der barê biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind de nivîsek bê şandin. Di nivîsê de 'li hember teblîxkirinê heke ew neyê dadgehê, ew ne li wir be jî biryar dê bê dayîn' dê bê nivîsandin. Dadgehê piştî vê biryara xwe doz taloqî 30ê cotmehê kir.
Piştî ku Dadgeha Bilind der barê doza kuştina Hrant Dînk de biryara betalkirinê da, doza ku 18 bersûc tên darizandin hat dîtin û doz taloqî 30ê cotmehê hat kirin.