Endamên HDPyê ji bo Hrant Dînkê ku 8 sal beriya niha li ber Rojnameya Agosê ya ku berpirsyarê wê ya weşana giştî bû, bi êrîşa çekdar hat kuştin li Şîşliyê meşiyan.
Komeke ku ji endamên Rêxistina HDPyê ya Navçeya Şîşliyê pêk tê, li cihê ku kolanên Ergenekon û Kûrtûlûş digihêjin hev kom bû û heta Îstasyona Metroyê ya Osmanbeyê meşiya.
Kesên di komê de dirûşme berz kirin û bi îdiaya ku navê kolan û kûçeyên li hawirdor nijadperestin, guhertin.
Hevseroka HDPyê ya Şîşliyê Xûnav Altûnê li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku ji bo "Hrant, Sevag û Marîtsayê" edaleta rastîn dixwazin.
Altûnê got ku "Em li erdnîgariyeke ku li ser wekhevî û azadiya gelan şîn bûye de ji bo ku taxa me ji navên nijatperest bên paqijkirin navên wan ên berê îade dikin" û qal kir ji bo ku navê Kolana Ergenekonê wek "Kolana Hrant Dînk" biguherînin kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.
Piştî daxuyaniyê xwepêşandan bi dawî bû.