06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
WASHINGTON
Rayedarekî Paye Bilind yê Wezareta Bergirya DYAyê (Pentagon) daxuyand ku Qesra Spî bo gavên wê di mijara kîmyabarana rejima Beşşar Esed a ser Îdlibê de bên avêtin, bi wan şêwirî ye.
Rayedarê Paye Bilind yê Pentagonê: "(Li ser kîmyabarana li Sûriyeyê) Qesra Spî bo gavên hewce dikin bi me şêwirî. Em bo Serok (Trump) hemî vebijarkên hewce amade dikin."
Rayedarê paye bilind ê Pentagonê ji Ajansa Anadoluyê (AA) re axivî, wiha daxuyand: "(Piştî kîmyabarana li Sûriyeyê) Qesra Spî bo gavên hewce yên divê bên avêtin bi me şêwirî. Em bo Serok (Donald Trump) hemî vebijarkên hewce amade dikin."
Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di mijara hevdîti nû amadehiyên li Pentagonê dewam dikin de agahî parve nekirin.