07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
HAKKARî
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Yuksekovaya Hekariyê di merasîma vekirina bi komî û temelavêtinê da axivî.
- "Xizmet ji we ra nekirin îxanet li we kirin"
Yildirim got: "Siyaset li ser zemîna rewa tê kirin. Ewên ku zemîna siyasetê ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar tînin xizmet ji we ra nekirin îxanet li we kirin. Ewên ku çavê wan di wadên nerewa da ne, nikarin siyasetê bikin. PKKya rêxistina terorê ku bi salan e, li Hekariyê li Yuksekovayê zulmê dike nikare ti xizmetê bike. Metirsin ev namerd nikarin tiştekî bikin hîç mereqê nekin. Dewleta we li vêderê ye, ala me ya bi heyv û sitêr cihê wê li ser serê me hemiyan e. Emê di bin siya wê da pêk va bi birayetî her bijîn."
- "Wê destûr neyê dayîn ku rêxistinên terorê bikevin navbera millet û dewletê da"
Serokwezîr Yildirim: "Nehiştina wan çeteyên ku hewl didin di nava dewletê da bibin dewlet, deynê sitûyê me ye. Di hewla derbeyê ya 15ê temûzê da, me neyarên vî milletî eşkere kirin. Hûn jî Hekarî û Yuksekova şeva 15ê temûzê hûn bi alayên heyv û stêr hûn daketin meydanan û we dersa FETOya rêxistina teorê da wan. Ji îro pê da wê qe destûr neyê dayîn ku rêxistinên terorê bikevin navbera millet û dewletê. Her kî pêşiya veberhênerên ku bê herêmê qut bike û xeracê ji gel bixwaze wê li hemberî xwe me bibîne."
Serokwezîr Yildirim: "Bila erd û esman şahid be, emê şehîdên xwe jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Emê heyfa şehîdên xwe yên ezîz û xizmên wan hilînin."
Serokwezîr Yildirim: "Eha Meydana Yuksekovayê. Ev meydan çi dibeje; 'îdî li ser vê axê cihê terorê tune ye.' Wê teror qet nemîne. Heta koka wan biqele wê ev micadele bi biryardarî bidome."
- "Emê wê Qendîlê jî vemirînin"
Serokwezîr Yildirim: "Di dema xwe da HDPya ku digot, 'Em bûne partiyeke Tirkiyeyî' û doza dengan ji we dikir, ma îro dikare were ba we? Nikarin bên. Çimkî wan îradeya xwe daye Qendîlê, xwe firotin Qendîlê. Lê hîç mereqê nekirn, emê wê Qendîlê jî vemirînin û emê wan jî vemirînin."
Serokwezîr Yildirim: "Ez eşkere dibêjim; bi destê daraz, polîs, gundparêz, leşker û cendirmeyên xwe, emê rihê PKKyî û FETOyiyên ku hizûrê xera dikin bistînin. Haya me ji hevkariya di navbeyna rêxistinên terorê da heye, tişta lazim emê bikin."