Alîkarê Serokê Komîsyona Vejen û Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Dilşad Şaban der heqê sekinandina nefta ku ji Tirkiyeyê re dihat sewqkirin de got: "Du sedemên sekinandina sewqkirina neftê hene. Sedema ewil nefta Kurdan gelekî tê xwestin û ji ber vê jî em dixwazin ku organîzasyoneke baş bikin. Sedema duyemîn jî ew e ku tankên li Ceyhanê tijî ne."
Şaban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Kurdistanê ji bo guhertina bihaya neftê û organîzasyonê amadehiyan dike. Şaban got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) jî helwesta xwe ya li hemberî nefta Kurdistanê guhertiye û îdiaya xwe jî wiha parast: "Di Kongreya DYAyê de ji ber ku bertek zêde bûn, rêveberiya Obama polîtîkaya ku dimeşand ji mecbûrî guhert. Ji ber ku Bexdayê para HKIyê ya ji budçeyê birî, kongreyê jî firotina nefta kurdan wek heqekî dibîne. Di demeke nêz de DYA jî dê li hemberî kurdan li dijî firotina neftê nesekine. Ew ê jî bibînin ku kurd ji mecbûrî vê neftê difiroşin. Lewra ew Bexdaya ku para me nade, tu rêyek ji me re nehişt."
Beriya nesewqkirina neftê rojê nêzî 120 hezar warîl neft bi destê rêveberiya Kurdan ve ji aliyê Tirkiyeyê re dihat şandin û daxwaz ew bû ku heta dawiya salê ev reqam bigihîje 400 hezar warîlî. Rêveberiya HKIyê dixwaze di sala 2015an de rojê bi qasî milyonekî warîl neft îxrac bike.
Hikûmeta Bexdayê ev 7 meh in ku ji budçeya Iraqê para Herêma Kurdistanê ya ku ji sedî 17 ye nade. HKI jî ji ber vê tevgerê di 1ê çileya paşîn de dest bi firotina neftê kir. Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî diyar kiribû ku ji nefta ku dê bifiroşin ew ê para xwe helînin û yên mayî jî bidin Iraqê. Lê li seranserê Iraqê ji ber êrîşên DÎŞIyê qeyrana ku qewimî pekiya aliyê HKIyê jî. Piştî van rûdanan ji sedî 17 para ku ji budçeya Iraqê aîdê HKIyê ye têrî mehaniya milyonek û 400 hezar kêsên ku her meh miaş distînin nake.
Wezîrê Darayiyê yê HKIyê Rêbaz Mihemed sêşema borî daxuyanî da û got ku ji bo temamkirina kêmasiyên xwe hemû pereyê nefta ku ji ser Tirkiyeyê îxrac dikin dê tevlî budçeya xwe bikin.
Mihemed wiha gotibû: "Hikûmeta Navendî ya Bexdayê ev 7 meh in ku para me nade. Ji bo telafiya vê yekê jî hemû hatiniya nefta ku em difiroşin êdî para me ye. Ew cirma şer a ku divê bidine Kûveytê jî em ê ji pereyê vê nefta ku em difiroşin bidin. Haya hikûmeta Bexdayê jî ji vê sepandina ku dê piştî remezanê dest pê bike heye."