ANKARA
Serokwezîr Davutoglu got: "Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, di 4-5 mehên dawîn de gelek bûyer qewimîn û ev hemû ji me re bûn tecrube. Bi taybetî di serdema serokwezîriya birêz Serokomarê me de, gava herî girîng hat avatin. Qanûna ku di hezîrana 2014an de derket, gava herî girîng bû. Cara ewil çarçoveyeke zagonî pêk hat."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî ziyareta fermî ya Berlîna paytexta Almanyayê, dema vegerê di firokeyê de, pirsên rojnamegeran bersivand.
- "Berî hemû tiştan divê pergala kamuyê hebe"
Davutoglu bal kişand ser pirsgirêka Sûriyeyê got ku ev mesele bi meseleya Filistîn, Libnan û Iraqê re têkildar e, ji ber vê yekê dibe ku bandoreke neyînî li ser herêmê bike û got ku ji ber ku di wextê de tewdîr nehatin hildan em a niha bi rewşeke wiha re rûbirû ne.
Davutoglu got ku îro bala hemû dinyayê li ser Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: "Îro hemû kes bala xwe didin Sûriyeyê, ji bo meseleya Sûriyeyê hesas tevdigerin. Ez bawer im ku dê di rojên pêş de di vê mijarê de zêdetir tewdîr bên hildan dê hemû dinya lê hay bibe ku êdî dema tewdîr hildanê hatiye."
- Pêvajoya Çareseriyê
"Hûn her tim li ser pêvajoya çareseriyê diaxivin û balê dikşînin ser pergala kamuyê. Gelo asta ku hûn gihiştinê çawa ye, daxwazên we bi cih anîn an na? Aliyê din ji bo çek danînê dibêje çi, bersiva vî aliyê çi ye gelo?" Davutoglu li ser pirsa rojnameger wiha axivî:
"Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, di 4-5 mehên dawîn de gelek bûyer qewimîn û ev hemû ji me re bûn tecrube. Bi taybetî di serdema serokwezîriya birêz Serokomarê me de, gava herî girîng hat avêtin. Qanûna ku di hezîrana 2014an de derket, gava herî girîng bû. Cara ewil çarçoveyeke zagonî pêk hat. Me jî piştî damezrandina hikûmetê mekanîzmaya pêvajoya çareseriyê li gor van zagonan çêkir. Lê di vê serdemê de jî bûyerên 6 û 7ê cotmehê qewimîn, ne tenê me hemû civakê dît ku cihê ku lê pergala kamuyê nebe mirov nikare qala pêşketina pêvajoyê bike. Divê di serî de pergala kamuyê hebe. Ev şertê ewil e. Cihê ku lê pergala kamuyê nebe, mirov nikare qala mizakereyan bike."
-"Em li gor 2-3 mehan berê bi pêş ketine"
Davutoglu got ku pêvajo tenê bi aliyekî ve nayê birêvebirin û wiha dewam kir: "Îro dema ku em diçin herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilatê em dibînin ku rêyên duble hene hema hema li hemû bajaran balafirgeh hatine çêkirin... Ya rast ev gav hemû ji bo pergala kamuyê, aştiya neteweyî tên avêtin. Ya rast gavên wiha jî ancax dema ku di kamuyê de pergalek hebe tên avêtin."
Serokwezîr Davutoglu wiha pê de çû:
"Heke hûn makîneyên kar bişewitînin, gefan li fîrmayên mitehîtan bixwin dê çi bibe... Ya rast li vir niyet jî diyar dibe. Armanc xirabkirina hizûra kamuyê ye. Lê heta hizûra kamuyê çênebe pêkan nîne ku mirov bigihêje encamekê. Bûyerên ku di demên dawî de qewimîn jî nîşaneya vê ne. Di bûyerên Cizîrê de midaxaleya dewlet û hêzên ewlehiyê nebû. Lê a niha atmosfer erênî ye. Em ê di demeke kurt de bigihêjin encamekê an na? Mirov nikare dîrokekê diyar bike. Lê li gor 3-4 meh berê atmosfer erênî ye. Hevdîtin berdewam dikin."