Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Li Parîsê ew tabloya ku duh hat nîşandan, pir girîng e. Em wisa difikirin ku ev tablo divê li dijî hemû gef xwarinên li ser pir çandiyê û li dijî dijminiya biyanîtiyê jî bê nîşandan. Lewra dijminahiya li dijî biyanîtiyê di demên borî de çawa ku gef bû, îro jî ji bo mirovahiyê dîsa gef e."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi hevpîşeya xwe ya Alman Angela Merkel re hat bal hev û herdu serokan piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar da.
-"Divê navê terorê û îslamê bi hev du re neyê hildan"
Serokwezîr Davutoglu got ku divê navê terorê û îslamê bi hev du re neyê hildan û wiha dewam kir: "Navê rêxistina terorê çi be, divê bi wî navî bê bibîranîn. Ku navê wê El Qaîde be, divê wek El Qaîde bê binavkirin. Lê divê navê îslam û terorê bi hevdu re neyê gotin. Divê bi navê xiristiyan, mûsewî, hîndûîzm an jî bûdîzmê re neyê gotin. Eksê vê em tevbigerin, em ê bikevin dafikên terorê."
Serokwezîr Davutoglu got: "Belê me deriyên sînor ên xwe vekir; lê me derî ne ji bo derbasbûna teroran me ji bo zarokên ku dê û bavên wan mirin, ji bo jinên bêsûc û guneh ên ku mêrê wan mirin bên Tirkiyeyê vekirin. Heke hin kes derbikevin û Tirkiyeyê sucdar bikin em ê deriyê sînor bigrin. Lê gunehê wan însanên bêsûc û guneh ên bi bombeyên rejima Sûriyeyê bimrin dê di sutiyê kesên ku xwest em deriyên sînor bigrin de be. Civaka navneteweyî mecbûr e ku vê pirsgirêkê çareser bike."
"Divê li hemberî êrîşa terorî ya Stenbolê jî wiha bertek bihata nîşandan"
Davutoglu got: "Li Parîsê ew tabloya ku duh hat nîşandan, pir girîng e. Em wisa difikirin ku ev tablo divê li dijî hemû gef xwarinên li ser pir çandiyê û li dijî dijminiya biyanîtiyê jî bê nîşandan. Lewra dijminahiya li dijî biyanîtiyê di demên borî de çawa ku gef bû, îro jî ji bo mirovahiyê dîsa gef e."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku rojeke berî êrîşa terorî ya Parîsê li Stenbolê jî êrîşekî terorî hat lidarxistin û wiha pê de çû: "Me hêvî dikir ku bi heman şiklî bertek nîşan bidin. Ez li Parîsê di nav koma ku dimeşiya de bûm. Ez vê bi serbilindî dibêjim. Lê divê bi heman şiklî bertek nîşanî êrîşa Reyhanliyê jî bidana."