29 Îlon 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku dîn, nijad û coxrafyaya terorê tune û wiha axivî: "Ferqa îdeolojiya terorê ya ku dîn îstismar dike ji ya ku nijadê îstismat dike tuneye. Di navbera PKK, DAEŞ û rêxistinên terorê yên din de ferq tuneye. Dost û hevkarên me divê di vê mijarê de baldar bin. Bi şerê rêxistineke terorê ya li dijî rêxistineke terorê ya din ve, ew rêxistin meşrû nabe. Em ji dost û hevkarên xwe dixwazin ku di şerê dijî terorê de, piştgiriyê bidin Tirkiyeyê."
Davutoglu beşdarî "Civîna Serokan a Têkoşîna bi DAEŞ û Zêdegaviya Vedigere Şidetê re" ya ku Serokê DYAyê Barack Obama malovaniya wê kir, bû û di civînê de axivî. Davutoglu destnîşan kir ku, Tirkiye ji destpêka sala 1970yî vir ve dijî terorê şer dike.
Davutoglu got ku teror maşeyeke kirêt e ku di şerê siyasî yê xeyrî meşrû de tê bikaranîn. Davutoglu got ku îsal DAEŞ, PKK û DHKP-Cyê Tirkiye hedef girtine û gelek sivîl di êrîşên van rêxistinên terorî de mirine.
Davutoglu wiha dewam kir:
"Ferqa îdeolojiya terorê ya ku dîn îstismar dike ji ya ku nijadê îstismat dike tuneye. Di navbera PKK, DAEŞ û rêxistinên terorê yên din de ferq tuneye. Dost û hevkarên me divê di vê mijarê de baldar bin. Bi şerê rêxistineke terorê ya li dijî rêxistineke terorê ya din ve, ew rêxistin meşrû nabe. Em ji dost û hevkarên xwe dixwazin ku di şerê dijî terorê de, piştgiriyê bidin Tirkiyeyê. Zarok, wekî kujer, terorîst nayên dinyayê. Pêvajoya radîkalbûn û ji bo armancên siyasî serî li şidetê dayîn pêvajoyeke kompleks ya din e. Wekî hikûmet wezîfeya me ew e ku, em welatiyên xwe ji şidetê û zarokên xwe jî ji îdeolojiyên terorî biparêzin."
Davutoglu bal kişand ser têkoşîna gelhev a dijî terorê û wiha pê de çû:
"Divê xebatên ji bo rêlibergirtina alîkariya fînansî û însanî ya terorê berdewam bikin. Divê em xwe nexapînin.
Komên terorîst ên wekî DAEŞ û El Nusrayê tenê ji şervanên biyanî pêk nayên. Şervanên biyanî tenê perçeyekî vê pirsgirêkê ne. Divê em mijarên wekî 'pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin, bi darê zorê ji cihkirina însanan, qelsbûna ewlehiyê, cudakarî, nijadperestî, dijminiya dijî biyaniyan, îslamofobiyê' piştguh nekin."
Serokwezîr Davutoglu got ku ji bo têkoşîna dijî van pirgirêkan divê berî her tiştî aştî, edalet û refah hebe.