29 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok got, "Em ê bi awayekî vê bela terorê xelas bikin. Rêxistina terorê û rêxistinên din tu carî nikarin ku bi Dewleta Komara Tirkiyeyê ra derkevin serî, ev mimkûn nîne. Heta vê rojê tiştekê wisa nebûye, ji îro şûnda jî tu rêxistineke terorê nikare bi ser bikeve."
Wezîr Altinok Serokê Konfederasyona Malbatên Cangoriyan û Gundparêzan Ziya Sozen û heyeta bi wî ra li wezaretê qebûl kir.
Altin got ji ber ku bi gunparêzan ra hat bal hev zehf kêfxweş bû û wiha axivî :"Ji ber ku nika li vê derê ji hûn hevalên min ên ji bo parastina biratiya 78 milyon însanê me bi hev ra têkoşînê didin mêvandariyê dikim zehf kêfxweş im."
Altinok bi bîr xist ku li Bedlîs û Wanê qaymeqamtî kiriye û wiha pê da çû:
"We di têkoşîna li dijî terorê ya ji bo milet, dewlet û yekîtiyê me da dê, bav û ewladên xwe feda kir. We ev têkoşîn ji bo Dewleta Komara Tirkiyeyê û babûna alaya sor da. Ez bi xwe şahidê vê me dibê heqê we bê teslîmkirin. Ez şahidim ku hûn bi leşker û polêsan ra bişev û bi roj derdiketin ser çiyayan û we nobet digirt. Em şahidin ku dema gule li wekeve hûn vê wek xwegihandinê Xwedê dibînin. Di bekaya dewletê da keda we zehf e. Hemû Tirkiye, Serokomar Erdogan, Serokwezîr Davutoglu û ez jî şahidê vê ne."
Altinok got çawaku ji hemû hêzên ewlekariyê ra minetdar in bi heman awayî ji gundparêzan ra jî minetdar in û wiha got: "Em têkoşîna we ya di vê dozê da teqdîr dikin, her tim bi we ra ne û ji hevaltiya we jî zehf razîne û ji bo me ev rûmet e."
Wezîr Altinok ji bo xebatên ku ji bo sererastkirina mafên civakî û aboriyî yên gundparêzan çend mînak da û diyar kir ku ji bo hildana 5 hezar gundparêzên berwext jî telîmat daye.
Altinok got ku ji bo gundparêzan çi rind e dixwazin wê bikin û wiha axivî: "Hûn ji bo vî memleketî gelek fedakariyan dikin, tiştên herî baş û rin heqê we ne. Ji ber ku em bi hev ra di heman dozê da hevaltiyê dikin ez kêfxweş û bextewar im."
Wezîr Altinok wiha pê da çû:
"Hûnê bibînin em ê ji heqê vê belaya terorê derkevin û xilas bikin. Em ê bi hev ra têkoşînê bidin û ji heqê vê belayê derkevin. Rêxistina terorê û rêxistinên din tu carî nikarin ku bi Dewleta Komara Tirkiyeyê ra derkevin serî ev mimkûn nîne. Heta vê rojê tiştekê wisa nebûye, ji îro şûnda jî tu rêxistineke terorê nikare bi ser bikeve. Tu rêxistinek nikare serî bide ser dewletê. Tu carî destûrê neyê dayîn û çi hewce bike ewê bê kirin."