De Kerchove destnîşan kir ku mebesta DÎŞIyê ya di guherandina navê xwe de ew e ku dixwaze bêje armancên min ên kurewî hene û wiha axivî: "Ev dibe sedema tirsê. Lewra DÎŞI wek leşkeran hatiye perwerdekirin."
De Kerchove wiha axivî: "Sedemeke tirsê jî hejmar e. Di tu heyamê de evqas ewropayî neçûne û tevlî rêxistin û komên wiha nebûne. Tiştekî din jî geşedanên li Iraqê û îlankirina dewleta xilafetê ye. Ev dibe sedem ku gelek kes beşdar bibin. Yên ku baweriyê pê tînin dibe ku tevlî bibin. Vê tevgerê piştî êrîşa li ser Mûsilê çekên giran bi dest xist û banke şêlandin. Yanê çavkaniyên xwe xurt kirin. Ev jî dibe sedem ku divê em hişyar bin."
De Kerchove destnîşan kir ku hejmara kesên ku ji Ewropayê ji bo şer hatine Iraq û Sirûyeyê ji 2 hezaran zêdetir e û wiha got: "Hêzên ewlehî û îstixbaratê hin hucre belav kirin û hin milîtan derdest kirin. Thomas Hegghammerê ji Norwecê yê lêkolîner di xebata xwe ya dawîn de dibêje ku ji 9 kesên ku tevlî êrîşan dibin û tevî cihadê dibin, yek jê ji derve tevlî rêxitin û koman bûye. Ev jî der barê hejmarê de fikrekê dide me."