ERZÎNCAN
Serokomar Abdullah Gul, xanima wî Hayrûnîsa Gul û Wezîrê Gihandin, Behrevanî û Ragihandinê Bînalî Yildirim li Balafirgeha Erzîncanê ji aliyê Walî Abdurrahman Akdemîr, fermandarê Artêşa 3yemîn Orgeneral Umît Dundar û Şaredar Yuksel Çakir hatin pêşwazîkirin.
Serokomar Abdullah Gul ji balafirgehê derbasî Walîtiyê bû û li wir pirsên rojnamevanan bersivand.
Serokomar Gul der barê hatina Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî de wiha axivî: "Em çiqasî bi ciranê xwe re di nav dostanî, hevkarî û piştevaniyê de bin, ewqas xêra wê dê ji me re çêbe."