ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyin Çelik di ofîsa xwe ya xebatê de bersiv da pirsên nûçegihanê AAyê.
Çelik, serdana Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ya ku dawiya hefteyê dê here Diyarbakirê û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Fedaral (HKIF) Mesud Barzanî re hevdîtinê bike nirxand û wiha got: "Teqez serdaneke girîng e. Lê divê mirov wateyên gelek mezin lê neke."
Çelik diyar kir ku Barzanî li ser deweta Serokwezîr Erdogan tê û ji bo jî bala her kesê kete ser vê serdanê.
Çelik destnîşan kir ku hunermend Şivan Perwer jî piştî 37 salan dê bê Diyarbakirê û digel hunermend İbrahîm Tatlises stranan bêje û ev jî pir girîng e. Çelik wiha got: "Her wiha ev serdan îcar girîngtir dibe. Lê Barzanî cara ewil nayê Tirkiyeyê û cara ewil jî bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtinê nake."
"Ez nizanim çima dilê BDPyiyan dimîne"
Gotinên BDPyiyan yên wekî "Me Şivan dewet kir nehat lê Erdogan dewet kir hat" jî di rojeva Çelik de bû û çelik wiha got: "Serokwezîr Erdogan li ser navê Komara Tirkiyeyê û weke Serokwezîr, Barzanî dewet kir. Dema BDPyî dibêjin, me dewet kir, mirov wisa hizir dike ku ew jî dewlet in. Ev tiştekî ne rast e. Lewra em wî weke AK Partî dewet nakin. Ji bo vê jî, ez nizanim çima dilê BDPyiyan dimîne. Lê bila her kes bizane ku hatina Barzanî ya Diyarbakirê him ji bo pêwendiyên kurd û tirkan him ji bo pêvajoya çareseriyê girîng e."