ANKARA
Parlementerê Şirnexê yê HDPyê HasîpKaplan: "Em hewcedarê pêvajoya çareseriyê ne, lê herî zêde hikûmet mecbûrî pêvajoya çareseriyê ye. Karê siyasetmedaran e ku turbulansê derbas bikin."
Kaplan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaplan bal kişand ser "Pakêta Dadê" ya ku di Komisyona Edaletê de hat pejirandin û got ku hikûmet ji bo mixalefetê biçewisîne verastkirin çêkir.
Kaplan destnîşan kir ku ne mimkûn e ji pakêtê re bêjin "pakêta dadê" û wiha axivî: "Ev pakêt pakêta parastina AK Partiyê ye. Cara ewil e ku hikûmetek ji bo xwe biparêze verastkirinên zagonî dike. Dixwazin heta hilbijartinê kî serê xwe rake li serî bixin. Dixwazin li gor îdeolojiya xwe şiklekî bidin hêzên ewlehiyê û çekdar. Dixwazin rayedayên kamuyê yên ku sûcan dikin biparêzin û terfî bikin, pergala xwe ava dikin."
Kaplan diyar kir ku ji xezîneyê alîkariya pereyan didin partiyên siyasî û got ku HDPê tu alîkarî wernegirtiye.
Kaplan wiha peyivî: "Ji 4 milyonî zêdetir hilbijêrên me hene û bacê didin. Em heqê xwe helal nakin. Nelet li vê bêedaletiyê were."
Kaplan der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Em hewcedarî pêvajoya çareseriyê ne, lê herî zêde hikûmet mecbûrî pêvajoya çareseriyê ye. Karê siyasetmedaran e ku turbulansê derbas bikin."