BRISBANE
Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku beşdarî Lûtkeya Pêşengên G20ê bû Serokê DYAyê Barack Obama di serî de rayedarên hin dewletên din re hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin hildan, Davutogluyê ku ji bo lûtkeyê li Brîsbaneya bajarê Ewistralyayê ye têkiliyên xwe yên dualî didomîne.
Davutoglu di firavînê de li gel Serokê DYAyê Barack Obama, Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron, Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande, Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe û Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Jacob Zûma xwarin xwar.
Hat ragihandin ku Serokwezîr bi Serokê DYAyê Barack Obama, Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron û Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe re demeke dirêj axivî.
Di hevdîtina ku Davutoglu bi Obama re kir de bi taybetî li ser mijarên Iraq û Sûriyeyê hat sekinîn.