Psakiyê anî ziman ku daxuyaniya Erdogan ew kêfxweş kirine û vê wekî gaveke erênî û dîrokî dibînin û wiha pê de çû:
"Em kêfxweş in ku Serokwezîr Erdogan êş û jana ku di sala 1915an de hat serê gelê ermenî li hember raya giştî bi awayekî dîrokî qebûl kir. Em vêya wekî nîşaneyeke erênî dibînin ku dê rastî bi awayekî rast û têkûz bên qebûlkirin û em hêvî dikin ku dê ev ê bibe sedema geşedana pêvajoya lihevhatina tirk û ermeniyan."
- Mutabaqata Filistînê
Li ser pirsa der barê lihevkirina Hamas û el-Fetîhê û berteka Îsraîlê ya li hember vê lihevkirinê de Psakiyê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li ser têlefonê bi hev re axivîn.
Psakiyê bal kişand ku prensîbên wan ên der barê lihevkirina Îsraîl û Filistînê neguheriye û wiha dewam kir:
"Divê her hikûmeteke Filistînê bi awayekî eşkere û bêyî minaqeşe qebûl bike ku dê sêrî li şidetê nede, dewleta Îsraîlê nas bike û berpirsyarî û peymanên berê yên di nava herdu hêlan de qebûl bike. Em ji wextê daxuyaniyê (lihevkirina Hamas û el-Fetîhê) aciz bûn û bi rastî jî vê daxuyaniyê xeyalên me têk birin."