Di kunciknivîseke Washington Postê de jî hat gotin ku "Bûyerên 1915an bi salan li Tirkiyeyê gelekî kêm hat axaftin" û hat diyarkirin ku gotinên Erdogan ji ber vê yekê gelekî girîng in.
Daxuyaniya Erdogan ermenîkî jî di nav de bi tevahî di 9 zimanan de hat weşandin. Ev yek jî wekî "Armanca vê hewldana Tirkiyeyê jî ew e ku di vê mijarê de bandora xwe bide hîskirin." Di nivîsê de hat gotin ku li ser gotinên Erdogan ên di peyamê de gelekî hatiye fikirîn û li gor piraniya civaka ermeniyan jî li ser daxuyaniyê gelekî hatiye fikirîn.
Di nivîsê de dan zanîn dibe ku daxuyaniya Erdogan di pêvajoya normalîzebûna têkiliyên Ermenistan û Tirkiyeyê de dibe ku bibe pêngaveke dîrokî. Di nivîsê de her wiha bal kişandin ku "Serokwezîr Erdogan di serî de kurd hewl dide ku bi neteweyên din ên li welêt re têkiliyên xwe xurt bike."
- Şêwaza lihevkirinê hat teqdîrkirin
Los Angeles Timesê jî cî da peyama Serokwezîr Erdogan û got "Tirkiye hê jî 'qirkirinê' red dike lê Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ji bo neviyên qurbaniyên 'qirkirinê' peyama sersaxiyê weşand." Di daxuyaniyê de gotin ku şêwaza peyamê ya lihevkirinê ji aliyê akademisyenên tirk ve hat teqdîrkirin û ji aliyê serokên civaka ermeniyan ve jî hat rexnekirin.
Rojnameya World Street Journalê jî di nûçeya xwe ya bi serenava "Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan der barê mirinên ermeniyan de sersaxî da" de got ku "Erdogan peyameke lihevhêner ya ku heta niha nehatiye dîtin da ermeniyan."
Reutersê jî di nûçeya xwe de bûyerên 1915an wekî "derî mirovahiyê" bi nav kir û got ku Erdogan li gor serokên din şêwazeke lihevhênertir bi kar anî. Ajansê cî da şîroveyên rayedarên hikûmeta tirkan û diyar kir ku cara ewil e ku serokwezîrekî tirk bi awayekî eşkere peyama sersaxiyê da û ev gav jî wekî "pêngaveke dîrokî" nirxandin.