06 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş got: "Em wek Tirkiye her cure planên perçekirina Sûriyê red dikin. Daxwaza Tirkiyê ya sereke di çarçoveya pergaleke demokratîk da yekparetiya axa Sûriyê ye."
Kurtulmuş hevpeyvîn da rojnameya Şarq El-Ewsatê û pirsên der barê rojevê da bersivandin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew wek Tirkiye her cure planên perçekirina Sûriyê red dikin, daxwaza Tirkiyê ya sereke di çarçoveya pergaleke demokratîk da yekparetiya axa Sûriyê ye.
- "Em zen nakin ku sûriyeyî rejima Esed qebûl bikin"
Kurtulmuş der heqê aqûbeta Sûriyê da got: "Ji bo aqûbeta Esed biryar ya gelê Sûriyê ye, gelê Sûriyê bi eşkere dibêje ku Esed qebûl nakin. Cihê vê rejimê di paşeroja Sûriyê da tuneye. Divê paşeroja sûriyê ji rêxistinên terorê û ji rejima niha safî bibe. Her bi çi awayî dibe bila bibe yên ku li dijî rejima Esed e, gelê sûriyê ye."
- "Tu kes nikare Tirkiye û birayên wî yên li herêmê ji hev biqetîne"
Kurtulmuş li ser pirsa "Ûris ji aliyekê va sînoran digrin û ji aliyekê va bi rêya kurdan dixwaze we di qrîza Sûriyê da berteref bike, hûn ê ji bo vê çi tevdîran hildin?" got:
"Em ê li Tirkiyê heta hetayê bi cînarên xwe ra bijîn, lê welatên biyanî wê di dawiya dawiyê da vegerin welatê xwe. Em li dij nînin ku birayên me yên kurd li sînorê me bin. Ew ehlê wê derê ne. Em tenê dijî cudaxwaziya nijadî ya PYDê ne. Kurd, tirkmen û ereb bi sed hezar salan in ku li vê derê dijîn. Em li dijî hebûna kurdên Bakurê Iraqê jî nînin, lê hin rêxistin bibêjin ku ew ax aîdê wan e, ev nayê qebûlkirin. Kê li ser kîjan axê dijî, ew ax aîdê wî gelî ye û tu kes nikare Tirkiye û birayên wî yên li herêmê ji hev biqetîne."
- Bûyerên terorê yên li Tirkiyê
Kurtulmuş li ser pirsa êrîşên terorê yên li Tirkiyê got ku Tirkiye ji 20ê tîrmeha 2015an û vir va rastî êrîşên komên terorê yên ji hev cuda tê. Kurtulmuş got ku li Tirkiyê rêxistinên terorê DAEŞ, PKK û hereketên Marksîst hene û ji ber bûyerên terorê 7 hezar jê polês 40 hezar kes mirin.
Kurtulmuş diyar kir li Tirkiyê ji ber operasyonên terorê nêzî milyar û nîv dolar zirar çêbû, rewş pir û pir xetere ye. Kurtulmuş ji bo êrîşa dawî ya Enqerê jî got ku êrîşkar ji kurdên Sûriyê ye, lojîstîka wê jî PKKê pêk anî.
- Hewla "Yekîtî, aştî û demokrasiyê"
Kurtulmuş li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û diyar kir ku di nav 3 salan da hikûmeta tirk ji bo vê mijarê niyeta xwe ya baş da nîşan, lê PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya hin hêzên dereke li Tirkiyê êrîşên terorê yên nû da destpêkirin.
Kurtulmuş destnîşan kir, wan ji bo paşeroja Tirkiyê hewla "Yekîtî, aştî û demokrasiyê" da destpêkirin û wiha dewam kir: "Ev hewildan ji 81 xalan pêk tê û hinek hêvî dide gelê tirk. Ji bo ku em li ser hemû mijaran bisekinin, em ê hereketeke sivîl çêkin. Şirîkê me gel e. Lewra ne pêkan e ku em rêxitinên terorê ji bo hewildanên aştiyê wek şirîkê xwe qebûl bikin."
Kurtulmuş li ser pirsa 'Gelo bi Abdullah Ocalan ra hevdîtin tê kirin an na û pêkan e ku mizakere cardin dest pê bikin' bal kişand ku mixatabê wan gel e.
- Xebatên Makezagona Nû
Kurtulmuş li ser pirsa xebatên makezagona nû jî got ku makezagona heyî rêvebiriya leşkerî amade kiriye û ne demokratîk e û diyar kir "Makezagona Nû ne tenê ya AK Partiyê ye ya hemû Tirkiyê ye. Ev jî daxwaza hemû partiyên mixalif e."