05 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
VAN
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê Tûgba Hezer a Parlementera HDPê ya Wanê ku çûbû şîna terorîstê êrîşa terorî ya li Enqereyê li dar xistibû de fezleke amade kir.
Di fezlekeyê de hat gotin ku Hezerê li konê şînê sûcê "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "pesnê sûc û sûcdar daye"
Li gor xala 83yemîn a Makezagonê di fezlekeyê de hat xwestin ku bila "rakirina destnedayîna" Hezerê bê rakirin û bi wê daxwazê fezleke ji bo pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin ji Wezareta Dadê re hat şandin.
Parlementera HDPê ya Wanê Hezer çûbû şîna Abdulbakî Somerê ku êrîşa terorî ya li Enqereyê li dar xistibû. Di wê êrîşê de 29 kes miribûn.