DIYARBAKIR
Hevserokbajarê DBPyê yê Diyarbekirê Alî Şîmşek der barê xwepêşandanên bêdestûr ên di van demên dawîn de got "Ji bo ku ev ji holê rabe, heke pêngavên samîmîtir û li gor pêvajoyê bên avêtin dê ev gelekî bandorê li ser jiholêrakirina van hemû pirsgirêkên ku tên qalkirin, bike."
Şîmşek li Parka Sumerê di civîna hevnasînê de bi rojnamevanan re hat bal hev û li vir daxuyaniyek da. Şîmşek got ku bi geşedanên li Iraq û Sûriyeyê hewldana dizaynkirina dahatûya gelan gelekî pêş ket û îdia kir ku bi van geşedanan bi daxwaza gelan guherî û vîna bihevrejiyanê derket holê.
Şîmşek got ji bo ku li ser vê erdnîgariyê bi hev re û di nav biratiyê de bijîn, divê her kes hewl bide û da zanîn ku wek partî dê hewl bidin ku ev pêvajo bingeha biratiya gelan û bihevrejiyanê ava bike.
Şîmşek qal kir ku "Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de divê ji bo ku gelê kurd statuya xwe bi xwe qezenc bike û jiyaneke wek gelên din wekhev û birayane bijî, bingehek bê amadekirin."
Xwepêşandanên bêdestûr
Rojnamevanekî pirsa "Hem lijneya Îmraliyê hem jî aliyê hikûmetê got ku di pêvajoya çareseriyê de pêşketineke girîng çêbûye. Lê belê li gelek cihên herêmê xwepêşandanên kolanan çêdibin. Em divê çawa li bûyeran binêrin. Heke wek provokasyon bê nirxandin, kî vê provokasyonê dike?" pirsî û Şîmşek diyar kir ku ev demeke dirêj e tu kes namire û bi pêvajoya çareseriyê re li ber şerekî ku dibe bi hezaran kes ji ber bimirana, hat girtin û got ku wek partî piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Şîmşek got "Em wek partî dixwazin bibêjin ku li pişt muzakereyên ku di navbera birêz Ocalan û hikûmetê de tên kirin, in û piştgiriyê didin wan, ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve çi ji destê me bê em ê bikin û hewl bidin" û wiha axivî:
"Lê belê dibe ku hin komplîkasyonên ku ji ber van pêvajoyan derdikevin, çêbin. Em wisa bawer dikin ku ev dê di nav rêya pêvajoyê bi xwe de bên çareserkirin û jiyan aştiyanetir û aramtir bibe. Ya girîng ew e ku pêvajoya ku tê kirin bi awayekî rast bigihêje asta ku tê xwestin. Em dizanin ku helwestên hikûmetê di nav gelê kurd de dibe sedema hin şikestinan û di nav gelê kurd de teredûdeke wekî 'mijûlkirin an jî di pêvajoyê de ne nîşandana hewldaneke samîmî' çêbûye. Ji bo ku ev ji holê bê rakirin heke pêngavên samîmîtir û li gor pêvajoyê bên avêtin dê ev gelekî bandorê li ser jiholêrakirina van hemû pirsgirêkên ku tên qalkirin, bike. Em jî dixwazin bibêjin ku em hemû piştgiriyê didin vê pêvajoyê, wek birêvebirî ji bo ku ve pêvajo bê pêşxistin em dê hewl bidin."
Hevserokbajara DBPyê ya Diyarbekirê Hafîze Îpek û birêvebirên partiyê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.