ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Bi êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê xetereya ewlehiyê derket holê û ev xetere ne tenê Iraq, bandorê li ser hemû herêmê dike û ne tenê ji bo Iraqê ji bo hemû herêmê û Tirkiyeyê jî tehdît û xetere ye. Di vê çarçoveyê de em wekî ewlehî û îstiqrara Tirkiyeyê li îstiqrar, ewlehî û yekîtiya axa Iraqê jî dinêrin."
Davutoglu piştî hevdîtina rûbirû ya bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî û civîna Konseya Stratejîk a Asta Bilind civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu diyar kir ku ziyaretên astbilind ên di navbera her du welatan de nîşaneyeke xweşik a dostaniya qedîm a welatan e û got min piştî peywira serokwezîrtiyê hilda, di ziyareta xwe ya ewil de ez çûm Iraqê û dema Îbadî daxwaza xwe ya ji bo hatina Tirkiyeyê anî ziman em ji vê yekê kêfxweş bûn û me demildest ew vexwend. Davutoglu got ku Serokwezîrê Iraqê Îbadî bi 6 wezîrên xwe re hatin Enqereyê û em ji mazûvantiya wan gelekî kêfxweş in.
Serokwezîr Davutoglu got ku di ziyareta xwe ya Iraqê de Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind ava kirin û destnîşan kir ku niha civîna konseyê jî kirin, wezîr bi awayekî berfireh li ser mijarên ku wan eleqedar dikin, sekinîn û dîsa li ser mijarên ku di civînên berê de biryara wan hatibû dayîn sekinîn û hevdîtinên berfireh kirin.
Serokwezîr Davutoglu got ku "niha madeya sereke ya rojeva me mijara ewlehiyê ye" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li Iraqê xetereya ku havînê derket heta niha berdewam dike û bi êrîşên DÎŞIya rêxistina terorê xetereya ewlehiyê derket holê û ev xetere ne tenê Iraq, bandorê li ser hemû herêmê dike û ne tenê ji bo Iraqê ji bo hemû herêmê û Tirkiyeyê jî tehdît û xetere ye. Di vê çarçoveyê de em wekî ewlehî û îstiqrara Tirkiyeyê li îstiqrar, ewlehî û yekîtiya axa Iraqê jî dinêrin. Em amade ne ku di vê mijarê de her cure arîkariyê bidin Iraqê. Di vê mijarê de jixwe di hevdîtinên ku me bi Bexdayê re kirin de, lihevkirineke me ya hevpar hebû, em niha ji vir cardin vê lihevkirinê ji bo teyîdkirinê destnîşan dikin. Em di mijara ji bo ku me li dijî hemû rêxistinên terorê yên li herêmê helwesteke hevpar nîşan bidin, li hev dikin. Em hem ji bo rêxistinên terorê yên wekî DÎŞIyê yên ku di van demên dawîn de derketin û Iraq û Sûriye ji xwe re wek cih hilbijart, hem jî rêxistinên terorê yên wekî PKKyê yên ku ev dehan sal in ji ser axa Iraqê re êrîşî Tirkiyeyê dikin, di nav helwesteke hevpar de ne. Em di vê mijarê de di çarçoveya ewlehiya Iraqê de amade ne ku her cure piştgiriyê bidin. Em hêvî dikin ku piştî serkeftinên ku hêzên pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi dest xistin, li Iraqê îstiqrar çêbe û axa Iraqê bi temamî di nav ewlehiyê de hebûna xwe berdewam bike. Tirkiye her dem amade ye ku di vê mijarê de piştgiriyê bide û dê vê piştgiriya xwe berdewam bike."
-"Mijara vejenê ji bo hevkariya di navbera Tirkiye û Iraqê de derfeteke mezin e"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku di hevdîtinan de di serî de vejen li ser têkiliyên aboriyê jî sekinîn û got "Mijara vejenê ji bo hevkariya di navbera Tirkiye û Iraqê de derfeteke mezin e. Em ji bo ku berê çavkaniyên dewlemend ên Iraqê bidin bazarên navneteweyî amade ne ku bi Iraqê re her cure hevkariyê bikin. Me îro jî hevdîtinên gelekîbaş kirin. Ev hevkariya vejenê dê li gor destûra bingehîn a Iraqê bê kirin û em bi biryar in ku di çarçoveya prensîbên ku destûra bingehîn a Iraqê rê dide de vê hevkariyê berdewam bikin."
Davutoglu diyar kir ku Tirkiye û Iraq hevkarên girîng ên bazirganiya derve ne û da zanîn ku bazirganiya derve di sala 2013an de 12 milyar dolar, di 9 mehên sala 2014an de ji 8-9 milyar dolarî derbas bû û çiqas şert û mercên ewlehiyê baş bin bazirganiya ku şert û mercên ewlehiyê bandorê lê dike jî dê baştir bin.
Davutoglu got ku maliyeta karên ku şirketên tirkan li Iraqê dikin gihiştiye 21 milyar dolarî û şirketên tirkan di jinûveavakirina Iraqê de xwedan rol in û dê ev rola wan berdewam bike. Davutoglu ji ber helwesta Serokwezîrê Iraqê Îbadî ya di mijara rakirina astengiyên li ser şirketên tirkan, spasiya wî kir. Serokwezîr Davutoglu da zanîn ku aboriyên Tirkiye û Iraqê hev temam dikin û hem dê her du welat hem jî dê herêm ji hevkariya aboriyê qezenc bikin.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku dê xebatên wezîran di rojên beriya me de bêtir berdewam bikin û da zanîn ku dê meha kanûna paşîn li Iraqê dê civîna aboriya têkel bikin. Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Li Tirkiye û Iraqê dostaniyeke qedîm û hişmendiya çarenûsa hevpar heye. Di heyamên li pêşiya me di her pirsgirêkê Iraqê de li ba wan cî bigirin. Tirkiyeyê her dem jî mil bi mil ba wan cî girtiye. Tirkiye mala we ye em her dem li benda we ne."
Davutoglu piştî civîna çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsekê wekî "Di têkoşîna bi DÎŞIyê re de di perwerdeya leşker û polêsan de tu pêşketin çêbûn gelo?" wiha axivî:
"Di nav her du welatan de jixwe mekanîzmayên ku li dijî terorê dixebitin hene. Piştî van geşedanên dawîn dê ev mijar bêtir berfireh be. Jixwe di vê çarçoveyê de li Iraqê hin xebatên me yên piştgiriyê yên leşkerî çêbûn. Ez di serdana xwe ya dawîn de çûm wan herêman jî. Îro wezîrên me yên parastinê hevdîtin kirin. Em amade ne ku di vê mijarê de jî bi aliyê Iraqê re bi awayekî berfireh çi bê kirin piştgiriyê bidin û perwerdeyê bidin. Di vê çarçoveyê de di prensîbê de helwesteke me ya hevpar heye. Wezaretên me yên parastinê û yekîneyên me yên ewlehiyê yên eleqedar dê xebatên berfirehtir bikin."
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Cureyê piştgiriya têkoşîna bi terorê re ya ji bo Iraqê û rola Tirkiyeyê çi ye? We bi taybetî di mijara şervanên biyanî yên ku diçin Iraqê de piştgiriyeke çawa da Iraqê? got di vê mijarê de hin piştgirî û perwerdeyên leşkerî dan hêzên pêşmergeyan.
Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist ku dema ku çû Hewlerê di van mijaran de jî wir hevdîtin kirin û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de piştî ku DÎŞIyê êrîşî Mûsilê jî kir, piştgiriyên me berdewam kirin. Me di ziyareta li Bexdayê de jî destnîşan kir û îro wezîrên me yên parastinê jî di vê çarçoveyê de hatin bal hev. Em ji bo fikrên arîkariya hikûmeta navend a Iraqê jî vekirîne, em dikarin van binirxînin, bi yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê re hevdîtinên der barê piştgiriya hewce de berdewam dikin. Em di vê mijarê de ji bo her cure arîkariyê amade ne."
Serokwezîr Davutoglu der barê şervanên biyanî de jî destnîşan kir ku divê ne li Iraqê ne jî li Sûriyeyê tu şervanên biyanî tunebin û wiha axivî:
"Divê deriyên Sûriyeyê hem ji bo şervanên biyanî yên ku li aliyê rejimê şer dikin, hem jî ji bo şervanên biyanî yên ku di nav rêxistinên terorê yên wekî DÎŞIya ku hewl dide li wir serdest be de, cî digirin bên girtin. Sûriye ya gelê Sûriyeyê ye; Iraq ya gelê Iraqê ye. Bi hemû çavkaniyên xwe, di hemû siyaseta xwe ji bilî her du welatan divê tu hêzên biyanî di van welatan de tunebin. Em hemû di dawiya dawîn de piştgiriyê didin yekîtiya axa van welatan û bi vîna gel tayînkirina dahatûya van welatan. Tirkiye di vê çarçoveyê de xwedî helwesteke bi prensîb e û ji bo her cure arîkariyê jî amade ye."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu jî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
news_share_descriptionsubscription_contact


