05 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
MARDÎN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê di çarçoveya Konferansa Hevdîtinên Biratiyê da axivî.
Davutoglu der heqê plana çalakiyê ya ku ji 10 xal û 10 esasî pêk tê da wiha got: "Ez beşên plana çalakiyê ya ku ji 10 xal û 10 esasan pêk tê eşkere dikim. Ya yekem xala psîkolojîk e. Di vê heyamê da em ê wekî berê wijdana gel û hikmeta dewletê bigihînin hev. Wê cudahiyên di navbera gel û dewletê da ji holê rabin, em ê di ciyê hişmendiya cudakariyê da hişmendiya gel a bihevrabûnê û hişmendiya dewletê ya ku di navendê da gel heye tesîs bikin."
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Bi kesên ku dixwazin bi me ra xeberbidin, em ê xeberdin. Em bi wan kesên ku dixwazin di mijarekê da bi me bişêwirin, nîqaş bikin li meclisê û li derên azad, em dikarin nîqaşê bikin. Lê li hemberî wan kesên ku wek mogolan û zihniyeta xaçparêzan tevdigerin, dixwazin kelha me xerab bikin, nîfaqê bikin nav me, zimanê ku em ê bi kar bînin zimanê yekîtiyê ye û yekîtî û bihevrebûna gelê me ye. Dema ku li hemberî yekîtî û bihevretiya me talûkeyeke wek gef lê xwarinê hebe, di dilê me da çiqas merhemet hebe jî wê çaxê şûrê me jî ewqas tûj e."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku Zagona Bajarên Mezin tê îstismarkirin û wiha got: "Wê rayeya rêvebiriyên herêmî bên berfirehkirin, lê emê rê nedin îstismarê. Ji bo ku agahiyên rast belav bibin li herêmê wê stratejiya ragihandinê ya bibandor li herêmê were sepandin."
Davutoglu diyar kir wek Lijneya Wezîran seferberiyeke civakî îlan dikin û wiha peyivî: "Hemû jan û birînê bên pêçandin. Bi îzna Xwedê eva mileta birîna hemû kesên ku mecbûr mane koç kirine dipêçe, giriyan dide sekinandin, hevdu hembêz dike, emê ji bo pêşerojê hemûyan bi awayê herî baş amade bikin."