ANKARA (AA)- Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li Avahiya Navendê ya Serokwezîrtiyê Civîna Konseyê ya Stratejîka Bilind a Tirkiye û Azerbaycanê lidarxist û piştî civînê bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan.
Rojnamevanek dawiya vê hefteyê bernameya Serokwezîr a li Diyarbekirê bi bîr xist û bandora hevditîna vî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ya li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê ji Erdogan pirs kir. Erdogan wiha axivî:
"Em ê dawiya vê hefteyê li Diyarbekirê pêvajoyeke dîrokî bijîn. Em ê roja şemiyê vekirinên giştî bikin û li ber vê jî 300 malbatan bizewicînin. Lê me xwest bila ev 300 malbat bi awayekî cuda bizewicin. Bila ji pêvajoya çareseriyê re bibe wekî sertacek. Birêz Barzanî û parlamenterên bajêr û yên herêmê hatin vexwendin û dê beşdar bibin. Û me xwest em du dostên wekî Îbrahîm Tatlises û Şivan Perwer jî bînin ba hev. Îbrahîm Beg piştî felaketa ku hat serî dê cara yekem hunera xwe nîşan bide û dê bi Şivan Perwer re hunera xwe pêşkêş bike. Ev jî ji bo me şens û firsendek e û em ê govendên herêmê temaşe bikin. Ji bilî vê em ê bi Birêz Barzanî re hevdîtinên siyasî jî bikin. Demekê berê Nêçîrvan Barzanî hatibû, me bi wî re jî hevdîtin kiribû. Lê îcar em ê li Diyarbekirê bi Mesûd Beg re hevdîtinê bikin û em ê bi hev re li tevlî çalakiyan bibin."