TBMM
Parlamenterên jin dê êdî bikaribin bi şal beşdarî xebatên Lijneya Giştî ya Meclisê bibin.
Pêşniyara rêziknameya hundirîn a ku destûrê dide parlamenterên jin ku bi şal ve bikaribin beşdarî xebatên Lijneya Giştî ya TBMMyê bibin, di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hat qebûlkirin.
Li gor vê dê parlementer, wezîr, karmendên Teşkîlata Îdarî ya TBMMyê û personelên qamûyê yên mêr divê şal, çakêt û qrawatê lixwe bikin û parlamenter û xebatkarênjin jî wê bikaribin çakêt û eteg an jî çakêt û şal lixwe bikin.