Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Serokatiya Bajêr a Hekariyê bû û li vir axivî. Yuksekdagê di civînê de got ku Rojhilata Navîn û gelê kurd di demên dawî de çarenûsa xwe bi destê xwe dinivîse.
Yuksekdagê got ku di serdemên borî de, gelê kurd kirin çar perçe, lê dema mirov îro bala xwe didê ne tenê gelê kurd hemû gelên mezlûm yên ku tên çewisandin dibin yek. Bila bê zanîn ku êdî nikaribin kurdan bi sînorên sunî ji hev du biqetînin, perçe bikin.
Yuksekdagê got ku dê tu kes nikaribe gelê Mexmûr û Kobanê ji hev du biqetîne, dê tu kes nikaribe gelê Hekarî û Stenbolê ji hev du re bike dijmin.
Yuksekdagê îdia kir ku pêdiviya hemû gelên li ser axa Tirkiyeyê dijîn bi azadî, aştî û wekheviye heye û ew ji bo aştiyê li berxwe didin.
-Baraja hilbijartinê
Yuksekdagê bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên wekî dê HDP nikaribe baraja hilbijartinê (Ji sedî 10) derbas bike û rexne li gotinê wî girt û îdia kir ku pirsgirêk wekî baraja hilbijartinê li pêşiya wan tune.
Yuksekdagê got ku heta niha hemû barajên ku derxistine pêşiya wan hilweşandine û wiha dewam kir: "Dîroka me wek dîroka xirabkirina baraj û wêrankirina astengiyan e. Ji bo vê jî em bixwe bawer in. Em ê bi hêza xwe wan baraj û astengiyan serobin bikin. Sala 2015an dê bibe sala ked, aşrî, azadî, wekhevî û edaletê."
-Pêvajoya çareseriyê
Yuksekdagê got ku wan soz da hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dê aştiyê pêk bînin û di mijara siyasî de çi bikeve ser milên wan dê bi cih bînin.
Yuksekdagê ragihand ku di vê pêvajoyê de ji aliyekî ve di kuçeyan de berxwedan kirin ji aliyê din ve jî ji bo destpêkirina mizakereyan hewl dan û got ku êdî divê pêvajo bigihî encamekî lewra şensê dirêjkirinê êdî nema.