ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Em ê rê nedin rêxistinên ku qesta demokrasiyê dikin, endezyariya civakê dikin û dibin belaya serê îradeya gel. Bi kîjan reng û îdeolojiyê dibe bira bibe. Dixwazî bira di bin navê dîn û nijadê de bin. Em ê destûrê nedin hewldanên bi vî rengî. Ev tenê şerê hikûmetê nîne, ev têkoşîna dewletê ye, têkoşîna hiqûqê ye."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê ye û pirsên nûçegihan û edîtorên AAyê bersivand.
Akdogan der heqê "rêxistina paralel" û hewldanên îllegal de axivî û wiha got: "Em ê rê nedin rêxistinên ku qesta demokrasiyê dikin, endezyariya civakê dikin û dibin belaya serê îradeya gel. Bi kîjan reng û îdeolojiyê dibe bira bibe. Dixwazî bira di bin navê dîn û nijadê de bin. Em ê destûrê nedin hewldanên bi vî rengî. Ev tenê şerê hikûmetê nîne, ev têkoşîna dewletê ye, têkoşîna hiqûqê ye."
Akdogan destnîşan kir ku berê dewleta kûr bi vî awayî diket nav hewldanan û wiha dewam kir: "Li herêmê jî bi navê KCKyê dixwazin otorîteyê ava bikin û wek rêxistinên îllegal û paralel hewldan hene, hemû eynî ne. Hemû jî dijminên demokrasiyê ne. Bûne belaya serê îradeya gel. Em ê rê nedin wan. Em ê di nav sînorê hiqûqê de têkoşînê bidin. Divê gel jî vê baş fehm bike. Lewra têkoşîna bi vî rengî bi piştgiriya gel dibe."