ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Lîseya Îmam Hatîpê ya Tevfîk Îleriyê beşdarî vekirina giştî ya 155 tesîsên ku Wezareta Pewerdeya Neteweyî li Enqereyê çêkir, bû.
Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Me zirzeyên bi deriyên dibistanên îmam hatîpan yek bi yek vekir. Me astengiyên li ber van dibistanan rakir. Di heyama 2002-2003yan de li tevahiya Tirkiyeyê di 440 lîseyên îmam hatîpê de 64 hezar û 500 xwendekar perwerde didîtin. Niha jî bi dibistana navîn û lîseyê 2 hezar û 638 dibistan hene û 983 hezar xwendekar perwerde dibînin. Yanê hejmara xwendekaran 15 qat zêde bû."
Erdogan wiha peyivî: "Tenê zanist têr nake, pêwistiya me bi hikmetê re jî heye. Divê haya nifşên nû ji zanist û hikmetê hebe. Wê hingê dê pêşeroj biguhere."
Erdogan wiha got: "Me tu wextê çek, kevir, top û molotof hilneda destê xwe. Ez ji vê bawer dikim ku ciwanên îmam hatîpê wiha nînin û nabin mînakên xerab, ew qala têkoşîna demokrasiyê dikin."
"Ez ji bo Tirkiyeya nû têkoşînê didim"
Erdogan destnîşan kir ku ez ji bo Tirkiyeya nû têkoşînê didim û wiha got: "Li pey me ciwanên ku ji Tirkiyeya nû bawer dikin hene. Hêvîdar in û bi kelecan in. Ez serfiraz im û hemd ji Xwedê re."