23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
MECLIS
Cîgirserokê Koma HDPê Îdris Baluken der barê randevuxwestina Serokwezîr Ahmet Dautoglu da got, "Emê bersiveke erênî bidin vê daxwazê. Hêviya me ew e ku eva hevdîtana tevkariyekê bide çareserkirina pirsgirkên ku li Tirkiyeyê diqewimin."
Baluken li salona civînê ya Koma HDPê heyeta ku ji eqrebeyên polês û leşkerên ku bi destê PKKya rêxistina terorê hatine revandin qebûl kir.
Gursel Ozbey li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku ev 95 roj e ji lawê xwe xeberekê nastîne, do bi Serokwezîr Davutoglu ra axiviye û êdî derman di wan da nemaye ku tamîş bidin û wiha got: "Dawiya vî şerî û mirinan tune. Heyfa me nîne? Me dev ji kar û barê xwe berdaye."
Songul Altintaşa dayika Muslum Altintaş jî got ku her tim difikire ku gelo lawê wê di çi halî da ye û wiha pê da çû:
"Çi ji me dixwazin. Pereyan dixwazin çi dixwazin em jî nizanin. Her tim wêneyên lawê xwe mêze dikim, ji min ra dibêje 'dayê were min xilas bike'. Çima vê êşkenceyê li lawê min didin kişandin. Ez nizanim çima bernadin. Çi peymana we heye êdî çêkin bes e."
Burcu Yabalaka jina Sedat Yabalakê polês jî giriya û wiha axivî:
"Em nizanin çi kirin. Gelo nigê wî jê kirin, gelo dijîn? Em nizanin gelo kuştin. Me çend caran em bibînin, çima vê bêwijdaniyê dikin. Qîza min êdî ji bîr dike ku bêje bavo. Ji bo riza Xwedê, heke putperest in ji xatirê pûtê we ez lavayê wê dikim. Qet na em carê dengê wî bibîhîzin, rûyê wî bibînin, gelo dijîn em bizanibin. Gelo pereyan dixwazin, rewşa aboriya van malbatan eşkere ye."
Cîgirserokê Komê Baluken jî got ku daxwaza wan ew e ku Meclis vê pirsgirêkê çareser bike, malbat bi dehan caran hatin Meclisê, wana ev mijar anîn rojevê û ji bo vê pêşniyaza lêkolînê dane û dixwazin ku Meclis têkeve dewrê.
Rojnamevanan ji Baluken pirsîn ku "Hûnê çi bersivê bidin randevuxwestina Serokwezîr" li ser vê baluken wiha got: "Di saeteke dereng da daxwaz gihîşte me. Meriv dikare ku ji bo 30yê berfanbarê pîlanekê bike. Em bi hev re rojekê xwe ra biaxivin û eşkere bikin. Em her tim dibêjin ku ji bo hevdîtinan deriyên me ji hemû kesan ra vekirî ne û divê di siyasetê da kanalên diyalogê her tim vekirîbin. Emê bersiveke erênî bidin vê daxwazê. Hêviya me ew e ku eva hevdîtina tevkariyekê bide çareserkirina pirsgirkên ku li Tirkiyeyê diqewimin."