ŞANLIURFA
Cîgirserokê Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê ya TBMMyê Abdulkerîm Gok got: "Di bin banê saziyên perwedeyê de dê bikaribin li ser 'Pêvajoya Çareseriyê' rawestin û pêvajoyê binirxînin."
Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cara ewil Pêşnumaya Qanûnê ya Ji Bo Rawestandina Teror û Xurtkirina Yekîtiya Civakê ket rewacê.
Gok destnîşan kir ku di serdema ewil de ji sedî 50-55an piştgirî dan pêvajoya çarseriyê, pişt re Lijneya Mirovên Aqilmend hat damezrandin û komîsyona di TBMMyê de hat avakirin jî di xebatên pêvajoyê de cih girt.
- Di dibistanan de dê li ser pêvajoyê rawestin
Gok wiha berdewam kir: "Zanîngeh, rêxistinên civakî yên sivîl û civata hîndekarî û perwerdeyê dê dema li ser pêşeroşê biaxive dê bi endîşe nebe. Herwiha di bin banê saziyên perwerdeyê de jî bikaribin li ser pêvajoya çareseriyê biaxivin, pêvajoyê binirxînin."
Gok diyar kir ku komîsyon ji nêz ve pêvajoyê dişopîne û wiha berdewam kir: "Ji îro şûnve dê li dibistan, zanîngeh û hemû saziyên sektora taybet de pêvajoya çareseriyê binirxînin.
- Destkeftiyên pêvajoyê
Gok bal kişand li ser 20 mehên dawîn û got ku ev 20 meh in ku desthilatdariyê pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin û destnîşan kir ku bi saya pêvajoyê êdî xwîn nayê rêtin, kes nagirî.
Gok bangî akademîsyenan kir ku daxwaza wî ew e li herêmê akademîsyen lêkolînan bikin û destkeftiyên pêvajoyê yên di qada aboriyê de binirxînin.