Ekip
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê bûyerên li başûrê Tirkiyê diqewimin de got: "Hûn têkoşîna me ya li dijî DEAŞê li wir dizanin. Hûn mucadeleya em li Iraqê didin dizanin. Binêrin cara yekem Sererkan, fermandeyên me yên hêzan, Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Navxweyî, Wezîrê Edaletê û hin wezîrên me yên din hemû li ser sînor bûn. Emê vê bidomînin."
Erdogan, merasima cenazeyê Xelîl Îbrahîm Gurel ku li Çukurcaya Hekariyê şehîd ketibû li Çatalcaya Stenbolê derbasî avahiya AK Partiyê bû.
Erdogan li vir bo xelkê axaftinek kir û got îdî hatine dawiya eydê, lê mixabin eyd hem li hundir û hem jî li derve bû cihê mucadele û şerên mezin.
Erdogan wiha axivî:
"Me li Iraq, Filîstîn û Libnanê ev şer dîtin. Li Myanmarê qetlîmanên mezin rûdan. Li hemberî van qetlîaman mirovahiyê ji bo qetlîama Myanmarê deng nekir. Di televizyonan da ez wisa texmîn dikim ew halên ku misilman li Myanmarê tê da bûn, we temaşe kir. We dît ku çi çîleyê dikişînin. We dît ku gundên wan çawa hatin şewitandin. Me wek Tirkiyeyê bi Heyva Sora xwe bi AFADa xwe alîkariyên xwe ji wan deran ra şand û emê bişînin jî."
Serokomar Erdogan li ser mijara Arakanê wiha dewam kir:
"Em ê pevajoya Myanmarê jî di 19ê mehê da li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi berfirehî bînin rojevê. Em ê bi lîderên li wê derê ra jî biaxivin. Lêbelê min wek Serokê Heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê kêmzêde bi 20 lîderên dinyayê ra xeber da û hê jî diaxivim."