Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn re hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di hevdîtinê de li ser mijara têkoşîna li dijî terorê, penaberên sûriyeyî, herêma ku qedexeye balafir lê bifrin, pirsgirêka Qibrisê, alîkariya mirovahî ya li Xeze, Ukrayna û Somaliyê, nexweşîna Ebolayê axivîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn got ji bo ku Tirkiye dîlên Tirk ên di destê DÎŞIyê de bi silametî xilas kir, ew Tirkiyeyê pîroz dikin, Serokamar Erdogan jî got ku di pêvajoya xilaskirinê de MÎTê zehf hewl da û di dawiyê de dîlan ji destê DÎŞIyê xilas kir.
Serokomar Erdogan di mijara bi terorê re têkoşîn de got ku divê Sûriye û Iraq wek qadek şer bên hesibandin û ji bo çavkaniyên terorê yên li herêmê bên tunekirin gav bên avêtin.
Erdogan bal kişand li ser pereyê ku ji bo sûriyeyiyan hat xerckirin û got ku heta niha ji bo sûriyeyiyan nêzî 3 milyar û nîv milyar dolar pere hatiye xerckirin.