ANKARA
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo du rojnamevanên japon yên ku ji aliyê DÎŞİya rêxistina terorê ve hatin kuştin, li ser telefonê bi Serokwezîrê japonyayê Şînzo Abeyê re axivî û sersaxî da malbatên kesên hatin kuştin û gelê Japonyayê.
Serokomar Erdogan got ku dîn, netew û îdeolojiya terorê tune û ev sucê mirovahiyê ye. Her wiha serokomar Erdogan ragihand ku di mijara tekoşîna li dijî terorîzmê de dê bi civaka navneteweyî re hevkariya xwe bidomînin.