TBMM
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala beriya Civîna Koma AK Partiyê "Pakêta Ewlehiya Navxweyî" ji rojnamegeran re nirxand.
Ala diyar kir ku wan ji serê ser de naveroka pakêtê bi awayekî eşkere û zelal bi raya giştî re parve kir. Wezîrê Karên Navxweyî destnîşan kir ku kesên ji bo vê meseleyê agahiyên çewt didin yan cahil û nezan in û yan jî qurnaziyê dikin û wiha dewam kir: "Ev çend roj in li ser (Pakêta Ewlehiya Navxweyî) propagandeyeke kirêt, beredayî ku bi tevahî li gor agahiyên şaş e, dimeşînin. Heke ev ji nezaniyê nebe qurnaziyê dikin. Mesela çawa? 'Ji bo kevkanî du sal ji bo çekê salek.' Ev bi tevahî derew e. Kesê ku ev nivîsiye yan xêrnexwaz û cahil e û yan jî vê mijarê qet nizane."
Ala Qanûna Çekan a ku niha di rewacê de bi bîr xist û wiha got: "Li gor Qanûna Çekan heke di mala kesekî de çekeke bêrûhset bê qefaltin cazeyê wê, ji salekê dest pê dike. Lê ji bo kesên ku kevkanî di mala wî de hebe ev ceza heye? Na. Di pakêtê de heye? Na di pakêtê de jî tuneye."
Sedema derxistina pakêtê jî di rojeva Ala de cih girt û ragihand ku dinya alem zane pakêt ji ber çi sedemê hatiye derxistin û axaftina xwe wiha domand: "Me ev pakêt ji bo ku mixalefet kêfxweş bibe, paralel kêfxweş bibe dernexist. Me ev pakêt ji bo kêfxweşî, rihetî û çareserkirina pirsgirêkên xelkê derxist."