Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xebatkarên Serkonsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) revandibûn û piştî 101 rojan hatin xelaskirin, li Qesra Çankayayê qebûl kir.
Erdogan di xeberdana ya ku li vê derê kir de got: "Hemd ji Xwedayê min re be ku ev wek cejnekê bi dawî bû. Ev bextewariyeke cuda bû. Bi taybetî jî ev gehîştineke azadiyê û serbestiyê bû."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Me îmtihneke ku dê di dîrokê de cih bigire li dû xwe hişt û em bi awayekî serkeftî ji wê rewşê xelas bûn. Em tu car bê hêvî nebûn û her tim hêvîdar bûn."
Erdogan îtibara komara Tirkiyeyê jî bibîr xist û ji xebatkarên Serkonsolosxaneyê re wiha got: "Parastina can ê we wezîfeya me ya sereke ye. Di heman demê de parastina îtîbara Komara Tirkiyeyê jî ji bo me pir muhîm e. Heke me ji hin pêşniyazên koalîsyon û koman re bigota 'belê em jî hene' nedibû, lewra 49 welatiyên me li wê derê bûn."
Ji xebatkaran re mehek destûr
Serokomar herî dawîn jî ji hemû malbatan re spas kir û wiha pê de çû: "Ez ji hemû malbatan re ji ber sebr û sekna wan a waqûr sipas dikim. Rast e hûn gelek ji hev dûr man. Ez dibêjim mehek ji we re destûr. Bi awayekî fermî em mehekî destûr bidin we û hûn jî wan rojên xwe bi malbatên xwe re derbas bikin."