Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat diyarkirin îro Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.
Hat diyarkirin ku di xeberdana Erdogan-Putîn da ji xeynî qeyrana li Lîbyayê têkiliyên herdu dewletan û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Wek mayîn hat destnîşankirin Erdogan ji bona kesên li Behra Barentsê di qezaya keştiya binavê da mirin serxweşî da malbatên muretebata Rûs û xelkê Rûsyayê.