10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
MÛŞ
Li Kaşdîbiya mezraya ser Degirmitaşa gundê Korkûta navçeya Mûşê, ji ber ku xetên GSMê nakşînin, welatî di sar û sermayê de bo bi têlefonê biaxifin mecbûrî derdikevên serê girên li herêmê.
Niştecihên mezraya ku 60 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji ber ku li herêmê xetên GSMê nakşînin dikevin zorê.
Niştecihên herêma ku lê bilindiya berfê gihîşt metre û nîvekê û germahî di bin sifirê de 15 pile ye, herçiqas talûke be jî ji bo axaftina ser têlefonê derdikevin serê girên li herêmê.
Muxtarê gund Cevdet Taşdemîr ji rojnamegeran re daxuyand ku bi salan e li herêmê ev pirsgirêk heye, wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi dehan caran serî lê da lê negihîştin tu encamekî.
Taşdemîr got ku ew li mezraya ku ji 20 xane û 300 kesî pêk tê zehf dikevin tengasiyê û wiha dewam kir:
"Welatî di berf û baranê de mecbûrî 2 kîlometre dimeşin û derdikevin serê girên bilind. Bi taybetî wexta nexweşekî me yê rewşa wî giran hebe, em mecbûrî ji bo agahdarkirina ekîbên servîsa acîl 112yan derdikevin serê gir. Carinan heywanên kovî êrîşê me dikin. Daxwaza me ji fîrmaya eleqeder ew e ku li herêmê îstgeheke bazê were çêkirin. Wekî gundiyan em ji bo alîkariyê amade ne."