VARŞOVA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku li Şanliûrfayê bûyera ku bû sedema mirina 3 leşkeran êrîşeke terorî an jî êrîşeke ji derveyî sînor nîne û got ku "Hemû daneyên di destê me de nîşan didin ku yek ji leşkerên me piştî axaftina li ser telefonê an jî piştî peyam şandinê ji aliyê derûnî ve ketiye rewşeke xirab û ev bûyer qewimiye."
Davutoglu beriya ji otêla ku li Varşovayê dima derkeve bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsekî der barê bûyera li Şanliûrfayê ya ku tê de 3 leşker mirin de daxuyanî dan.
Davutoglu diyar kir ku piştî bûyerê demildest ji Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala agahî sitandin û seranserê şevê mijar şopandin. Serokwezîr Davutoglu got ku bi Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel û Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Hûlûsî Akarla re jî axivî û ji wan agahî sitandin û wiha pê de çû:
"Wisa dixûyê ku rastiya rewşê derket holê. Berê her tiştê Xwedê rehma xwe li wan bike. Hemû daneyên di destê me de nîşan didin ku yek ji leşkerên me piştî axaftina li ser telefonê an jî piştî peyam şandinê ji aliyê derûnî ve ketiye rewşeke xirab û ev bûyer qewimiye. Her çi dibe bila bibe, hemû leşkerên me yên ku dema li ser wezîfeya xwe dimrin, şehîd in. Ji ber vê yekê bila Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike û serê malbatên leşkerên me sax be."
Hat ragihandin leşkerên ku mirin Çawîşê Peyade Ramazan Yel (Kutahya), Sercawişê Peyade Kadîr Yilmaz (Kastamonu) û Leşkerê Peyade Umut Aslan (Malatya) nin.