Malbatên ku rêxistina terorê zarokên wan revandin û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di dema ziyareta xwe ya Wanê de bi wan re hevdîtin kir, li benda wê roja ku dê bigihin zarokên xwe ne.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya Wanê ya AK Partiyê bibe hat bajêr û dema ku ji balafirgehê derket bi komek malbatên ku rêxistina terorê zarokên wan revandin çiyê re hevdîtin kir û ev hevdîtin di malbatên ku çavê wan li rêya zarokên wan in de bû sedem ku hêviyên wan geş bibin.
Malbata Toklarê ku li gundê Koşkê yê girêdayî Mûradiyeya navçeya Wanê dijîn û kurê wan Efekan Toklarê 14 salî 9 meh beriya niha ji aliyê rêxistinê ve hat revandin, hevdîtina ku bi Serokwezîr Davutolgu re kirin ji nûçegihanê AAyê re qise kir.
Dêya Efekan Toklarê Sureyya Toklarê diyar kir ku ji televîzyonê hîn bûn ku dê Serokwezîr Davutoglu bê Wanê û got ku ji ber ewlehiyê nehiştin ku bikevin balafirgehê û em jî li kêleka rê li benda wî man. Toklarê got ku bi Serokwezîr re li Diyarbekirê hev nas kiribûn û Serokwezîr dema ku me dît wesayîta xwe da seknandin û bi me re axivî.
Toklarê got 'min gote Serokwezîr Davutoglu ku ez hê jî negihiştime kurê xwe' û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wi jî got ku 'Zarokên we zarokên min in jî, heman awayî zarokên wir jî zarokên me ne. Em ê ji bo hemû zarokan çi ji destê me bê bikin, hûn jî vê sekna xwe xira nekin. înşallah em ê di demek kurt de zarokên we bistînin.' Ev gotinên serokwezîr hêviyên me bêtir geş kirin. înşallah hemû dayik demildest bigihêjin zarokên xwe."
Toklarê qal kir ji Serokwezîr xwestin ku lez bidin pêvajoya çareseriyê û wiha axivî:
"Me xwest ku her du alî jî pêngavên berbiçav biavêjin û zarok demildest bigihêjin malbatên xwe. Ji her du aliyan jî tekena daxwaza me ew e ku demildest zarokên me bidin me. Ez bi çûyîna kurê xwe pê hesiyam ku êşa zarokan êşeke çawa dijawar e. Ez ji hemû rayedaran rica dikim ku bila ji bo Xwedê me dayikan jî bifikirin. Zarokên li serê çiyê jî yên me ne, leşker jî yên me ne. Bila li gor wê bifikirin û pêngavên berbiçav biavêjin. Em êdî naxwazin ku bigrîn û bedêlan bidin. Bila dilê me neşewitînin. Ji destê kî çi tê bila ji bo me dayîkan bikin. Bila zarokên tu kesî li serê çiyê an jî li leşkergehê nemire."
Bavê Afakan Emîn Toklar jî desntîşan kir dixwazin ku demildest ji pêvajoya çareseriyê encamek derkeve û da zanîn ku Serokwezîr Davutoglu jî heman tiştê dixwaze. Toklar wiha got "Serokwezîr got ku 'pêvajoya çareseriyê jî çi dibe bila bibe dê bigihêje encamekî'. Em jî niha dixwazin ku lez bidin pêvajoya çareseriyê û demildest bigihêjin zarokên xwe. Serokwezîrê me jî di vê mijarê de soz da me, em li bendê ne ka dê çawa be."