11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Merasima Xîmavêtina Xeta Metroya Bakirkoy-Bahçelîevler-Kîrazliyê de axivî û got ku di mehekî mibarek de li bajarekî mibarek di destpêka xizmetekî xweşik de ji ber ku bi welatiyan re ye kêfxweş e.
Yildirim got ku li Stenbolê bi Serokomar Recep tayyîp Erdogan re xebit û ji ber ku li Stenbolê xîmê berhemekî diavêje kêfxweş e û wiha axivî: "Xizmetkirina Stenbolê wekî îbadetekî ye. Xizmeta gel wekî xizmeta Heq e. Stanbol bajarê şaristanî, çand, dîrok, îlm, îrfan û bazirganiyê ye."
- Tunela Avrasyayê di 20ê kanûna pêşîn de dê bê vekirin
Serokwezîr Bînalî Yildirim berhem wiha rêz kirin:
"Maramaray hat çêkirin û vekirin. Du hema ligel Marmarayê Tunela Avrasyayê. Hûn dizanin ku Fatîh ji ser bejayê keştî birine. Kalikê me keştiyan ji bejayê dibin û ma neviyên wî nikarin trênan bin behrê re bibin? Ma me nebir? Me Marmaray çênekir? Bi xêr be. Têrî nake. Em niha li ba wî ji bo erebeyan tunek çêdikin. Em ê di 20ê kanûna pêşîn de bi Serokomarê xwe re wê vekin. Bila bi xêr be. Têrî nekir, Pireya Yavuz Sultan Selîm. Me pireya herî fireh a dinyayê ya ku ji ser re trên derbas dibe ji Stenbolê re çêkir. Em ê di 26ê tebaxê de jî bi coşekî mezin hemû bi hev re Pireya Yavuz Sultan Selîm vekin. Rêbeja Stenbol-Îzmirê û Pireya Osmangazî ya ku dê Stenbol û Îzmirê bike cîran... Pireya 4emîn a herî mezin a dinyayê. Em ê wê jî di 30yê vê mehê de vekin. Ez li bendê me ku hûn hemû bên vekirinê. Em ê pireyê vekin, fitarê jî bi hev re bikin. Bila bi xêr be. Ya pêncemîn, me têrna bi lez a Stenbol û Enqereyê çênekir? Me ew nexist xizmetê? Bila bi xêr be. Ya şeşem, balafirgeha herî mezin a dinyayê li ku derê tê. Di 26a sibata 2018an de em ê balafirgeha herî mezin a dinyayê li Stenbolê vekin. Ya heftem, Qenalîstanbûl.. Li Stenbolê geliyê duyemîn tê çêkirin. Geliyek tenê têrî Stenbolê nake. Bi geliyek duyemîn Qenaîstanbûl tê."
- "Em ê di demek kurt de planeke çalakiyê eşkere bikin"
Yildirim li ser pirsgirêka trafîkê ya Stenbolê jî sekinî û got ku "Em ê di demek nêz de ji bo ku trafîka Stenbolê rehet bikin bi Şaredariya Mezin a Stanbolê re planekî çalakiyê eşkere bikin, ez ji vir radigihînim gelê Stenbolê. Bila bi xêr be."
- "Em xîreta xwe ji ji bo rêwitiyekî bêhêvî xerc nekin"
Serokwezîr Yildirim qal kir ku duh bi welatiyên li Wanê re hat bal hev û hesreta xwe danîn û dijî terorê bi awayekî herî baş biratiyê nîşan dan.
Yildirim destnîşan kir wekî ku di axaftina xwe ya wir de got divê ciwan bi dafika terorê nexapin û wiha axivî:
"Em xîreta xwe ji bo rêwitiyeke bêhêvî xerc nekin. Em vejena xwe bikin yek, biratiya xwe xurt bikin û dest bidin destê hev û ber bi hedefên 2023 ên Tirkiyeyê pêş bikevin. Ji ber ku ji bo parvekirinê gelekî tiştê me hene. Ev ax têrî me hemûyan dike. Ji ber vê jî divê em şer û pevçûnan ji holê rakin û aştî, biratî û hevkariyê pêş bixin. Di vê meha mibarek a remezanê de."