13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ISTANBUL
Serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçeli, li Otela Sheratonê beşdarî bernameya fitarê ya ku Seroktiya Bajêr Stenbolê ya MHPê li dar xistibû bû û îdia kir ku partiya wî bi leyistikekê mezin va rûbirû ye.
Bahçeli destnîşan kir ku hinek senarîstên van leyistokan li wî berê okyanûsê ne û hinek jî dinav wan da ne û wiha pê da çû, "Serkirdeyên van leyistikên ser partiya me "Saziya Paralel"e me ev leyistik di 7ê hezîranê da dît. Xwestin ku partiya me di nava %60ê bloka PKKê da bidin nîşandan. Teklîfekeseroktiyê ji şexsê min ra hat kirin ku serekî wê li Qendîlê û serekî wî ji li Îmraliyê bû. Herwiha yê ku ev aqil dida partiya mixalefeta sereke jî saziya paralel bû îro ev tişt eşkeretir bûye."
Bahçeli anî ziman ku partiya xwe ji Qendîl û cemaetê ra nekiriye melzeme û ji vî tiştî jî ne poşman e.
- "Emê beşdarî 19ê hezîranê nebin"
Bahçeli bibîr anî ku tevî vêya Heyeta Bangkirinê 19ê hezîranê weke roja kongreye diyar kiriye û wiha axivî, "Sepandina 19ê hezîranê hejêkirina rageşiyê ye, benzîn pêdakirina agir e û bila bizanin ku MHP ê beşdarî 19ê hezîranê nebe. Ji xwe ez û hevalên min em naçin kongreyê tevî vê wê ew kongreya korsan çawa bê lidarxistin. Piştî cejnê di 10ê temûzê da emê 6emîn Kongreya Mezina Awarte ya MHPê li Enqereyê lidar bixin. Ez hemî hevalên xwe yên dozê dawetî vê rojê dikim."