ÎSTANBUL
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag der barê îdiayên ku dê bi verastkirina nû ya zagonî di 2015an de Abdullah Ocalan serbest were berdan de wiha got: "Ev kampanya ye, dixwazin bandoreke neyînî li pêvajoya hilbijartina serokomariyê bikin. Ev kampanyayeke qirêj e."
Bozdag li Salona Zewacê ya Şaredariya Uskudarê beşdarî bernameya fitarê ya Komeleya Hiqûqnasan bû û pirsên rojnamevanan bersivand.
Bozdag der barê bertekên mixalefetê yên ji bo verastkirinên meseleya kurdan de wiha got: "Li Tirkiyeyê ev 30 sal in li dijî terorê tekoşîn tê dayîn. Beriya vê gelek rê hatin ceribandin, lê mesele çareser nekirin. Tiştên ku mixalefet pêşniyar dike û dibêje jî heman tişt in û meseleyê çareser nakin. Derdê me ew e teror biqede û welatiyên me di nav aştî û aramiyê de bijîn. Em ji bo van tiştan gavan davêjin. Dixwazin dawî li terorê bînin û lihevhatineke civakîpêk bînin."
Bozdag destnîşan kir ku verastkirina nû der barê pêvajoya çareseriyê de destûr û wezîfeyê dide hikûmetê û wiha axivî: "Ev verastkirin ji bo jiholêrakirina terorê destûr û wezîfeyê dide hikûmetê. Ji ber vê jî tiştekî girîng e. Hikûmet, parlemento û gel dê dest bidin hev û vê meseleyê çareser bikin."
- "Ev kampanyayeke qirêj e"
Bozdag der barê îdiayên ku dê bi verastkirina nû ya zagonî di 2015an de Abdullah Ocalan serbest were berdan de jî wiha got: "Ev kampanya ye, dixwazin bandoreke neyînî li pêvajoya hilbijartina serokomariyê bikin. Ev kampanyayeke qirêj e. Li vir bi eşkere dibêjim. Dixwazin di hilbijartinên serokariyê de bandorê li gel bikin, buxtanan dikin. Di rojeva me de xebateke wiha tuneye."