TBMM
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku ji 1ê çileya paşîn a 2014an heta niha 24 caran bi êrîşên sîberê êrîşî Midûriyeta Giştî ya Anadolu Agencyê kirin û navenda van êrîşan jî Çîn, Amerîka û Kanada ye.
Arinç, pirsa nivîskî ya Parlementerê MHPê Ozcan Yenîçerî ya der heqê êrîşên sîberî yên ku li ser sazî û sazgehên girêdayî Alîkarê Serokwezîr in da.
Di bersiva xwe de Arinç qala êrîşên sîberî yên ku li dijî Anadolu Agencyê (AA) hatine kirin jî kir û got ku ji 1ê çileya paşîn a 2014an heta niha 24 êrîş li ser pergalên AAyê hatine kirin.
Çîn, Amerîka û Kanada navenda cihên ku êrîş li AAyê tê kirin in.
Arinç xebatên ku ji bo ewlehî û parastina pergalên sazî û sazgehên fermî yên di bin rêveberiya wî de ne jî bi bîr xist û got ku ji bo parastin û pêşvebirina pergalan xebat didomin.