Muhammet Kurşun
21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ANKARA
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Ev kongreya me destpêkeke nû ye. Em di xebatên partiyê de jî ji bo xizmeta welat û milletê xwe dikevin serdemeke nû. Mehên li pêşiya me li Tirkiyê ji mucadeleya li dijî terorê heta aboriyê, ji firehkirina maf û azadiyan heta veberhênanan wê di her qadî de bibe heyameke bilindbûnê."
Erdogan di 3emîn Kongreya Neasayî ya AK Partiyê de bi hezar û 414 dengan wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin.
Piştî ragihandina encamê Erdogan bi sifetê "Serokê Giştî yê AK Partiyê" axaftinek ji bo sipasiyê kir û bal kişand ser çend mijaran.
Serkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ku ji her aliyî ve heyameke nû dest pê dike û wiha axivî "Ev kongreya me destpêkeke nû ye. Em di xebatên partiyê de jî ji bo xizmeta welat û milletê xwe dikevin serdemeke nû. Mehên li pêşiya me li Tirkiyê ji mucadeleya li dijî terorê heta aboriyê, ji firehkirina maf û azadiyan heta veberhênanan wê di her qadî de bibe heyameke bilindbûnê."
Der barê nûbûna partiyê de jî Erdogan wiha nirxandin kir: "Heta dawiya vê salê emê teşkîlatên xwe hemûyan di ber çavan re derbas bikin. Emê gava xwerêxistinkirineke nû di teşkîlatan de bavêjin. Di vê navberê de emê gavên hikûmetê yên heta dawiya salê jî binirxînin. Emê binêrin ka emê çi gavan bavêjin, çi xebatan bikin. Serdema piştî vê wê bibe serdema bilindbûnê. Zehmeta di rêya xizmeta millet de, ne minnet e tam berevajiyê wê şeref e."Herwiha diyar kir ku wan di Referandûma 16ê Nîsanê de peyam wergirtiye û çi îcab dike dê bikin.