ANKARA
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî fitara ku ji aliyê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ve li Malên Wîlayetê ya li Enqereyê hat kirin bû.
Erdogan di axaftina xwe ya li vir bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û wiha got:
"Em ji bo vê birîna Tirkiyeyê ya hertim xwîn jê diherike derman bikin têdikoşin. Me ji bo vê pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Piştî ku me pêvajo da destpêkirin him ji derve ve him jî ji hundir ve êrîşê me hat kirin. Ji ber ku mijareke xesas bû divê em jî li gor vê xesesiyetê tevbigerin. Ji ber ku barê pêvajoyê li ser milên partiyên muxalefetê nîne bi hêsanî tevdigerin. Lê em bi berpirsiyarî û biryardar tevdigerin."
Erdogan wiha dewam kir: "Pêvajo gihişt asteke bilind. Wekî ku hûn jî şahadiyê dikin êdî cinazeyên şehidên me nayên. Êdî dilê dê û bavan bi êşa zarokên wan naşewite. Wekî ku hin siyasetmedar dibêjin me destê serokê rêxistina terorê negirt û bi wan re hevkarî nekir. Lê bila ev jî baş bê zanîn kesên ku peywira xwe di zeman de bi cih neanîne nikarin ji me hesaban bipirsin."
-Divê em jî alîkariyê bidin birayên xwe yên filîstînî
Serokwezîr Erdogan got ku di êrîşên li ser Xezeyê de zêdetirî 600 filîstînî cangorî bûn û zêdetirî hezar û 500 filîstînî birîndar bûn ji ber vê yekê me şîna neteweyî îlan kir û wiha pê de çû: "Hin kes dibêjin 'Li Filîstînê çi îşê we heye?' Birayên min hûn heke herin li ser Goristana Çanakkaleyê bigerin hûnê li wir navên birayên me yên filîstînî yên ku cangorî bûne bibînin. Heke ku wan duh di şer de alîkarî da ye me divê em jî îro alîkariyê bidin wan."
-Hilbijartina serokomariyê
Serokwezîr Erdogan got heke di hilbijatina serokomariyê ya dê di 10ê tebaxê de bê kirin de gel min hilbijêre, ez ê li ser pirsgirêkên xizmên şehid û xaziyan rawesim. Serokwezîr destnîşan kir ku ev welat emanetê wan e û heke bê hilbijartin dê ji bo welat zêdetir bixebite.
Serokwezîr Erdogan piştre bi malbat û xizmên şehidan re wêne kişandin.