10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
Aksaray
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ji bo Merasima Vekirina Veberhênanên Qamûyê yên Bikomî ku çêkirina wan temam bûye û Tesîsa Depokirinê ya Xazê Tûzgolu li bajarê Aksarayê axivî.
Serokomar Erdogan li ser guherîna Qanûna Bingehîn wiha got: "Ev pergal heye ev pergal, ji me re pranga bû. Hûn hene ku em 16yê nîsanê van prangayan derxin û biavêjin? Tirkiye di meseleya guherîna pergala rêveberiyê de niha gihaye asteke giring. Îro gava ez hatim vê derê min îmze kir. Înşellah gelê min yê ezîz wê 16yê nîsanê here sindoqê.
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Sîstema serokatiyê yanê sîstema hikûmetê ya Serokomariyê ya ku bi guherîna Qanûna Bingehîn ve tê, wê yekîtiya Tirkiyeyê, bihevrabûna wê û biratiya wê biparêze, wê têkoşîna ku ji bo gihîştina armancê xurt bike. Êdî duserîtî radibe. Li vir êdî bi kabîneya xwe desthilatdariyek heye, lê taybetiyeke wê heye hin kes bi Amerîkayê ra tevlihev dikin. Na, navê vê pergala hikûmeta serokomariyê ya bi terza tirk e. Em bi pergaleke nû tên, yanê wê partiyeke serokomar hebe. Em ji vê ra çi dibêjin, hûn di bêjin 'belê'?"
Erdogan di mijara 15ê Tîrmehê de jî wiha axivî: "Di 15ê tîrmehê da vî gelî sînga xwe neda ber tankan û F-16 û firokeyan? Niha jî 16ê nîsanê tê. 'Belê'ya di 16ê nîsanê da dubareya vê ye."