Serokwezîr Davutoglu: "Ew çiya dê ji wan terorîstan bên paqijkirin. Çi dibe bila bibe dê bên paqijkirin. Ew çiya, deşt, zozan û bajarên vê welatê radestî terorê neyên kirin. Ji bo aramî û yekîtiya welatê me, ez bangî hemû partiyan dikim ku li hemberî terorê milên xwe bidin hev du û bi hev du re tevbigerin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê, civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de got ku ji hilbijartinên 7ê hezîranê vir ve, him li welêt him jî li derveyî welêt dijî Tirkiyê êrîşên terorî li dar dixin.
Davutoglu wiha dewam kir: "Ew çiya dê ji wan terorîstan bê paqijkirin. Çi dibe bila bibe dê bên paqijkirin. Ew çiya, deşt, zozan û bajarên vê welatê radestî terorê neyên kirin."
Serokwezîr Davutoglu got: "Me ji bo parastina yekîtiya welêt û gel, her tim dijî êrîşên terorî bi biryarî hewl da. Me tu caran teredût nekir. Me her gav bi eşkereyî ev biryardariya xwe nîşan da. Ji 24ê tîrmehê vir ve bi vîneke siyasî ya hêzdar ferman dan hemû hêzên ewlehiyê da ku li kîjan herêma Tirkiyê dibe bila bibe, li dijî kîjan rêxistina terorê dibe bila bibe ji bo tesfiyekirina wan têkoşîn bê birêvebirin."
-Êrîşa terorî ya li Daglicayê
Davutoglu derbarê êrîşa terorî ya li herêma Daglicayê hat kirin de axivî û wiha got: "Operayonên ku duh hatin lidarxistin di 2yê îlonê de dest pê kiribûn û ji 2yê îlonê vir ve li Yuksekova û herêmên derdorê operasyonên berfireh hatibûn kirin. Li vir hedef eşkere ye. Bi taybetî ji bo vê herêmê dibêjim, armanca me ew e ku em ewlehiya rêya Kamişli-Daglicayê pêk bînin û welatiyên herêmê li vir bi aramî bijîn û di qadeke bi ewle de seyehat bikin. Operasyona ku di 2yê îlonê de li Hekariyê dest pê kiribû, gav bigav pêş ve çû û heta herêma Daglicayê hat."
Serokwezîr Davutoglu got: "Peyama min a sêyemîn ji bo wan mîhraqên ku vê propagandaya qirêj dikin e; hûn çi dikin bikin, em di mijara têkoşîna dijî terorê de bi biryar in û em ê tu caran dev ji têkoşîna dijî terorê tê birêvebirin, bernedin."
-"Ew çiya dê bên paqijkirin"
Serokwezîr Davutoglu: "Ew çiya dê ji wan terorîstan bên paqijkirin. Çi dibe bila bibe dê bên paqijkirin. Ew çiya, deşt, zozan û bajarên vê welatê radestî terorê neyên kirin. Ji bo aramî û yekîtiya welatê me, ez bangî hemû partiyan dikim ku li hemberî terorê milên xwe bidin hev du û bi hev du re tevbigerin."
-"Hûnê nikaribin rê li ber me bigrin"
Davutoglu got ku dê tu kes nikaribe têkoşîna dijî terorê tê birêvebirin rawestîne û wiha dewam kir: "Heke em îro li vir li hemberî vî agirî destên xwe milên xwe nedin hev du, hesabên tiştên biçûk bikin û nîqaşên bê kêr bikin, baş zanibin ku em ê sibê nikaribin derbikevin pêşberî wan cangoriyên xwe. Wekî ku em her dem dibêjin, li dijî êrîşên rêxistina terorê, ji bo parastina yekîtiya welêt û gelê xwe me tu caran teredut nekir. Me biryardariya xwe ya di vê mijarê de, her dem bi kirin û gortinên xwe nîşan da."
-Dê di nav şert û mercên demokratîk de hilbijartin bê kirin
Davutoglu destnîşan kir ku hilbijartinên dê di 1ê mijarê de bên kirin, li gor şert û mercên hiqûqî bên birêvebirin û wiha dewam kir: "Li hemû welatên demokoratîk hilbijartin çawa tê kirin dê hilbijartina 1ê îlonê jî wisa bê kirin. Em ê li welêt wan şert û mercan pêk bînin. Têkoşîna me ya dijî terorê dê bidome; lê belê hilbijartina 1ê mijdarê dê di qadeke bi ewlede bê kirin."