Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re, li Koşka Çankayayê hat bal hev.
Kiliçdaroglu di saet 18.55an de, çû Koşka Çankayayê. Hevdîtin 45 deqîqe kişand.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin hildan, Serokwezîr Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu di hevdîtinê de li ser operasyonên di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de tên birêvebirin û bûyerên li Daglicayê qewimîn, rawestiyan.
Davutoglu, der heqê operasyonên ku li derveyî welêt, herêmên çolter, herêmên derdorê û navendên bajêran tên kirin de, agahî da Kiliçdaroglu.