ŞANLIURFA
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de li Şanliurfayê, li Qada Topçuyê bangî welatiyan kir.
Erdogan bal kişande hevkariya CHP û MHPyê û wiha got: "Niha, beriya 10ê tebaxê dîsa CHP, MHP û HDP bi Pensîlvanyayê re hevkariyê dikin. Di 10ê tebaxê de ew ê bedêlê vê hevkariya qirêj bidin."
Erdogan Hz. Îbrahîm, Hz. Eyub, Hz. Mûsa, Hz. Yaqûb, Hz Îlyas, helbestvan Nabî, Kazancî Bedih, hunermend Muslum Gurses û Seîdê Nûrsî bibîranî û pişt re dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan got ku HDP hewl dide ku bibe CHPya Başûrê Rojhilatê û wiha axivî:
"CHP rêvebiriya zordariyê ye. Meneya CHP înkarkirin e, redkirin e, asîmîlasyon e. Wateya CHPyê qedexekirin e, feqîrî ye, bêrêtî ye. Wateya CHPyê tirkî xwendina azanêy e,qedexekirina Qur‘anê ye, sergirtiyan re zordarî ye, binpêkirina nirxên madî û manewî ye. CHP mafên tirkan, kurdan, elewiyan, suniyan tune hesab dike. Waye CHPyeke wiha bi HDPyê re hevkariyê dike. Ev CHPyeke çawane ku HDPyê re îttifaqê dike. MHPyê re îttifaqê dike. Bi HDPyê re nabe, radibe MHPyê re îttifaqê dike. Hemû derew li cem wan heye. Derbe, dijminatiya sergirtinê, neteweperestî, Esedvanî, çi bibêjin li cem wan heye. Bawer bikin li sûka Şanliurfayê jî tiştên evqas cur be cur tune. Ji ber wê ez ji bi dil bawer dikim ku him li Şanliurfayê, him jî li giştiyê Tirkiyeyê yên ku dengê xwe didin CHP, MHP û HDPyê dê piştgiriyê bidin me."
Erdogan got ku heta niha ji bo van niqaşan û qedexekirinan li Tirkiyeyê gelek bedel hatine dayîn û wiha dewam kir:
"Tirkiye di nav feqîriyê de bû, van behsa 'gelo bang bila tirkî bê xwendin an erebî bê xwendin' dikirin. Li bajarên me av tune bû, rê tune bû, nexweşxane tune bû, van diçû behsa 'gelo sergirtî bila bixwînin an na' dikirin. Dibistanên ku zarok lê bixwînin tunebû, çarixên ku li piyê xwe bikin tune bû van têkoşîna qedexekirinê ya ziman û devokên cuda didan. Van qasetên Şivan Perwer ê ji Şanliurfayê, stranên wî, dengê wî heta wisa ku axa welatê wî 38 salan qedexekirin. Vana navê gund û bajarên rastîn qedexekirin. Bi dehan salan zilm vî welatî kirin. Vejen, çavkaniyên vî welatî, aştiya civakî û biratiyê îsraf kirin. Em hatin û me hemû van qedexeyan ji holê rakir."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser bertekên hunermendên ku beşdarî civîna wî ya vîzyona hilbijartinê bûn jî û wiha axivî:
"Ew dewr derbas bûn. Huner ne di destê tu kesî de ye, hunermend jî koleyê tu kesî nîne. Ez bangî dost û birayên xwe yên hunermend dibim, êdî em li Tirkiyeya berê najîn. Ew kesên ku ji we re van heqaretan dikin, dê bi hekaretên xwe ve rû bi rû bimînin. Hûn jî bi rûmeta xwe, bi hunera xwe ve rê nîşanî pêşeroja vê welatî bidin."
Erdogan li ser êrişên Îsraîlê yên Xazeyê jî axivî û got ku deng ji rojavayê dernakeve. Erdogan wiha pê de çû:
"Binêhêrin niha di nav 5 rojan de qasî 200 kesan şehîd ketin, 700 birîndarê me hene, alîkariya mirovahiyê nagîhîje wan. Dengê dinyayê dernakeve. Civîna li Cideyê hat kirin pir girîng e. Tirkiyeyê tenê alîkarê serokwezîr şand, Qetarê wezîrê karên derve şand. Welatekî din jî wezîrek şand. Welatên din ên îslamê bi tenê nûnerek şandin. Ev jî nîşan dide ku em di nav rewşeke çawa de ne. Dengê rojavayê dernakeve. Ez bi hemûyan re diaxivim. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re diaxivim. Serokê Fransayê re diaxivim, bi hemûyan re diaxvim. Hûn lê dinêhêrin hemû piştgiriyê didin Îsraîlê. îsraîl 400 ton bombeyan diavêje, bombe. Ne leblebî an dendik. Terorê dike, terorê."