Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahaddîn Demirtaş hevoka Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a ku gotibû "Em ê Cizîrê ji eşqiyayan paqij bikin." di rojeva xwe de bi cih kir û got: "Lazim e ku Cizîr ji eşqiyayan bê paqijkirin. Helbet xelkê Cizîrê ew ê bi taybetî jî wan eşqiyayên ku hûn; eşqiyayên ku AKP bi xwe rêk û pêk dike xelas bibe."
Demirtaş di serê axaftina xwe ya ku Civîna Koma Partiya xwe ya li Meclisê kir de Hrant Dînk bi bîr anî û diyar kir ku di ser kuştina Dînk de 8 sal derbas bû û wiha dewam kir: "Ev şerma AKPyê ye. Erdogan gotibû ev ji bo me 'meseleya namûsê ye'. Piştî 8 salan biryar dane ku vê meseleyê bi rêxistina paralel ve girêbidin û serê bigirin."
Demirtaş destnîşan kir ku şaredariyên wan cemxaneyan wek cihê ku îbadet lê tên kirin wê bihesibînin û avê jî bê pere ew ê bidin wan.
- Fişeka xazê nîşan da
Demirtaş ji bêrika xwe fişeka xazê derxist, nîşan da û wiha pê de çû: "Ev fişek ya eşqiyayê we yê ku pê zarokî 12 salî kuşt. Ji van bi hezaran tên avêtin. Ev li pişta stûyê zarokê 12 salî ket û ew bû ku di eniya wî de derkeve, mêjiyê wî perçe kir û kuşt. Heke ev ne eşqiyatî ye vêca çi ye? Hûn ewilî vê meseleyê zelal bikin, hesabê vê bidin û paşê werin ji HDPyê hesab bipirsin."
Demirtaş ragihand ku kesên bi gendelî û diziyê dihatin sûcdarkirin ji hêla dadgehê ve bêsûc hatin darizandin û ji ber vê jî ji bo çar wezîrên berê dengdayîna Dîwana Bilind dê bê kirin û wiha pê de çû: "Ji parlementerên AKPyê yên ku bi şeref û bi heysiyet in, xwedî wîjdan in û hê jî pere wan zeft nekiriye, divê raya 'erê' bidin. Bi îzna Xwedê parlemento biryareke ku rûyê parlementeran û parlementeriyê sipî bike bide."
Demirtaş meseleya vekişîna partiya wan a ji Komisyona Jêpirsînê ya Meclisê parast û wiha dewam kir: "Xwezî endamên din jî vekişîna. Di civînên ewil de me fehm kir ku ew ê komisyon vê biryara rûreş bide."