02 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "We ders da dinê ku hûn miletek in. Herçiqas hin kes fêm nekin jî, herçiqas hin kes xwedî li serkirde û vagonên Rêxistina Terorê ya Fetullahî derkeve jî, we derseke baş da wan."
Serokomar Erdogan li Kazana navçeya Enqereyê ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 9 welatî lê şehîd ketibûn, li pêşiya avahiya şaredariyê xîtabî gel kir.
Erdogan pêşiyê silav da welatiyan û paşê wiha got, "Roja we pîroz û siberoja we ronî be. Ez îro hatim ziyareta şehîdên me yên li Kazanê. Min xwest îro ji vê qadê peyama me, bidim xaziyên me."
Serokomar Erdogan bal kişand ku Kazan yek ji wan navçeyan bû ku bersiv û têkoşîna herî birûmet û biheysiyet da 15ê Tîrmehê hewldana nemerd a derbeyê û wiha xeberda, "Ji ber ku we Baregeha Murted, bi awayekî lêhatî hesab jê pirsî. Ez bawer im ku ew berxwedana xwe ya birûmet, ew têkoşîna we ya biheysiyet, ew meşa we ba bona şehadetê, ew xwedîlêderketina we ya demokrasiyê ji hemû dinê ra bû nimûne."
- "Li qula digerin ku bikevinê"
Erdogan got ku ew bi miletê tirk ra serbilind û şanaz e û wiha dewam kir:
"We ders da dinê ku hûn miletek in. Herçiqas hin kes fêm nekin jî, herçiqas hin kes xwedî li serkirde û vagonên Rêxistina Terorê ya Fetullahî derkeve jî, we derseke baş da wan.
Me got, 'emê bikevin şikeftên wan' û wa ye em ketinê. Aniha baz didin, li qula digerin ku bikevinê. Direvin kuderê bira birevin, ewê birevin û emê jî bidin dû wan. Li vê dinê em, li dinya din jî Rebbê minê ji wan hesab pirsyar bike. Dê hesabê 241 şehîd û 2 hezar û 194 xaziyên me pirsyar bike, dê wî hesabî bipirse ku ev bêtirî 40 salî ye ku vî gelî bi çi awayî dixapînin"