Li Kazana navçeya Ankarayê di fabrîkaya çîmentoyê de teqîn çêbû. Li gor agahiyên ewil di teqînê de 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Saraya navçeya Kazanê di qazana madeya xam a fabrîkayê de teqîn çêbû. Ji ber teqînê şewat derket û di şewatê de şefê hilberînê Halûk Bîlge, alîkarê midurê fabrîkayê Orhan Ozer, personelê karsaziyê Bayram Altin mirin. Yasîn Yildirim û Enîs Oymak jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên hindekarî û lêkolîn a Ataturk û Nûmûneyê.
Qeymeqamê Kazanê Murat Duru û Serokê Şaredariyê Lokman Erturk li cihê bûyêrê lêkolîn kirin û ji rayedaran agahî girtin.